Ranya: Buyereke hatûçûnê 4 pêşmerge birîndar bûn

kurdistani 10:17 AM - 2016-10-09
Ranya: Buyereke hatûçûnê 4 pêşmerge birîndar bûn

Ranya: Buyereke hatûçûnê 4 pêşmerge birîndar bûn

Îro serê sibê li ber Qenteran a ser bi bajarê Ranyayê, buyereke hatûçûnê rûda û di encamê de, 4 Pêşmerge birîndar bûn.

Di wê barê de, çalakvanê siyasî Esed Şawirî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro di dema çûna pêşmerge bo ser kar û erkên xwe ên parastinê li Qenteran a ser bi Ranyayê, rastî buyereke hatûçûnê bûn û di encama wê buyerê de, 4 pêşmerge birîndar bûne.

Şawirî di berdewamiya axivtina xwe ji PUKmedia`yê re got; Ew pêşmergeyên ku birîndar bûne yekser ji bo nexweşxaneya Şehîd Ehmed hatin rewanekirin, lê mixaqbin rewşa tenduristiya 2 pêşmergeyan neliheve û birînên wan giran û metirsîdar in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket