Dayîka min ji min re got; Bi kurdî deng meke, wê bi kêran li te bidin

kurdistani 01:43 PM - 2016-09-27
Astangkirina zimanê kurdî

Astangkirina zimanê kurdî

Çalakvanekî Rojavayê Kurdsitanê bi navê Mihemed Êhmo ku berê wek berpirsê nûsîngeha Yekîtiya Ciwanên Kurd li Efrînê bû, buyereke xwe li Stenbolê ligel zarokên kurd şirove dike.

Ev naveroka çîroka wî çalakvanî kurd e;

Berî çend rojan, ji bo bêhin vedanê, ez çûm baxçeyekê li taxekî ji taxên Stenbolê, min çend zarokên temen biçûk, ên temenên wan, derdora 7-8 salî li baxçê dilîstin, dît, yek ji wan bang li yê din kir - Kendal - gel ...,. Bi navê wî re, min zanîbû ku ew kurd e. Min ji wan pirsî; Hûn kurd in ? Bi zimanê tirkî bersiva min dan û gotin erê ezbenî ..

Piştre min ji wan herdu zarokan pirsî; Çima hûn bi kurdî bi hev re deng nak in ?

Yek ji wan bi zimanekî nîv kurdî û nîv tirkî ji min re got; Dayîka min ji min re got; Bi kurdî deng meke, wê bi kêran li te bidin, ji ber ku berî demekê, yekî kurd ji ber ku ew bi kurdî dipeyivî, bi kêrê kuştin ..!!! Min jê re got; Metirsin bi kurdî bipeyiv in û kê êrîşî we kir, hûn jî li ber xwe bidin û li wî vegerîn in..

Ev rewşa kurdê me li Stenbolê ye, ev e nijadperestiya tirkan e, ev e nijadperstiya mislimanan e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket