Hejmara Kurdan li herêmên Ezaz û Babê:

kurdistani 10:15 AM - 2016-09-27
Hejmara Kurdan li herêmên Ezaz û Babê:

Hejmara Kurdan li herêmên Ezaz û Babê:

Hejmara Kurdan li herêmên Ezaz û Babê bêtirî 500 hezar ,Ew tenê li herêma Babê li 120 gundên Kurdî belav dibin. We xwedî çand û îrade ne, ji bilî wan gundan gelek gundên di nav netewa Ereb de heliyane jî hene, piştî zimanê xwe ji bîr kirin Kurdayetiya xwe jî ji bîr kirin. Ew jî sedema nebûna rêxistinê ye, ji ber ku esas heye û ew dizanin ku bi xwe Kurdin.

Gundên Kurdan ji destpêka xeta sînor ji aliyê bakur ta gundê Tel Eranê li aliyê başûr belav dibin, her wiha ji Efrînê ji aliyê rojava ve ta digihêje Cerabulusê û heta Kobanê ji aliyê rojhilat ve. Kurdên li herêma Babê li hemû taybetmendiyên xwe yên netewî û niştîmanî, û eşîretiya xwe ya dîrokî xwedî derdikevin. Hin taybetmendiyên Kurdên Ezaz û Babê wan ji Kurdên deverên din cuda ne. 

Êl û eşîretên Kurd ên van herêmana:

1- Reşî: Ew li herêma El-Raiî kom dibin û li nav dora 25 gundan niştecîh in, hejmara wan dora 70 hezar kes e.

2- Kêtikan: Li bakurê Babê di nava dora 20 gundan de niştecîh in, hejmara wan jî nêzî 60 hezar kes e.

3- Dîdan: Li derdora bendava Şehba' li ser 36 gundan belav dibin, hejmara wan jî 80 hezar kes e.

4- Dina: Piraniya wan li Til Hasil, Til Eran, Kebara, Til Elem û Kefir Zixîrê belav dibin, hejmara wan jî 90 hezar kes e.

5- Zaza: Li dira 7 gundan belav dibin û hejmara wan nêzî 30 kes e.

6- Bîzakan: li deh gundan belav dibin, weke Dodyan û İm Hoş, nêzî 25 kes e. 

7- Qeregêç: Li 8 gundan niştecih dibin û hejmara wan dora 70 hezar kes e.

8- Bêşaltî: Li 5 gundan wek Til Betal û Barûzê, nêzî 15 hezar kes in.

Hin êlên din ên Kurd li herêmê hene wekî: Beraz, Kîkan, Mîran û Şerqiyan. Gundên ku ev êl jî lê niştecih in dora 125 gund e, lê belê hinek gundên din jî hene ku Kurd û Ereb û pêkhateyên din bi hervre lê dijîn.

Navên gundên li Ezaz û Babê ku Kurd lê dijîn:

Til Eran, Til Hasil, Kibara, Til Elem, Til Belat, Kefir Zixîr, İhris, İm Hoş, Wehşiyê, Hisêniyê, Werdiyê, Qirac Şerqî, Qirac Xerbî, Ceramêl, Şêx Kêf, Qol Sirûc, Hisacik, Simoqa Mezra'a, Til Madîq, Tiwês Kisar, Elbîr, Cib Elasî, El-Xoz, Mişerefê, Mezra'at El-Xoz, Til Cîcan, Tilal El-Enêb, Nêrebiyê, Til Rehal, Eble, Şedûd, Barûzê, Til Tana, Selasîn, Cebel Nayêf, Te'anê, Xêlaniyê, Mirêxil, Kefir Xan, Dûdyan, Şiwarîn, Mezra'a Diwêbiq, Soran, Kemaliyê, Şe'baniyê, Qere Mezra'a, Mezra'a Tilalên, Kidrîş, Bixêdîn, Hewar Kilis, Qere Xoz, Til Şe'îr, Qe'ir Kelbên, Til Betal, Şêx Cerah, Ni'man, Ki'êb, Mezra'a Qubtan, Til Cerah, Sûr Simbat, El-Hedes, El-Ra'î, Ewlan, Bab Lêmûn, Qere Kuprî, Hedbat Şawa, Qib El-Şîh, Qibêsîn, Mixadîn, Sibûran, Mazcî, Şibêran, Boxaz, Til Eyşê, 

Mezra'a Rehman, Sosyan, Balî, Midnê, İm El-Emed, Hêlan, Eyûbiyê, Cobe, Kindirlî, Birşaya, Ereb Boran, Zemka, Misêbîn, Dewra, Til Tihîn, Mezra'a Birşaya, Tirhîn, Xirbit Cerah, Birc, Blîxa, Mezra'a Hemo, Drêxa, M. Şawa, El-Seb'a, Seneklî Zilfê, Bab Hecer, Qoce Elî, Qirac Hobik, Cortan, Qentere Şerqî, Til Belîx, Dêr Qaq, Weqf, Diwêr El-Hewa, Mazcî, Hesamî, Xirbit Cih, Selma, Fêfîn, Me'rîn, Yazi Bax, Mezra'a Cikê, Xêlaniyê Bîr, Hilêsa Bihortê, El-Bil, Hercelê, 

Hundirî bajarê Helebê:

Şêx Meqsûd

Heyderiyê

Eşrefiyê

Şêx Xidir

Hilluk

Bi'êdîn

Şêx Faris

Bistan Başa

Çend gundên din ku koka xwe Kurd in li feverê hene, wek Başkoyî, Sêfat, Henderat, Extrîn, ji bilî hebûna Kurdan yên li wan herêman ji bo kar yan ji bo sedemên din jî mane, bi taybetî li bajarên mezin yên gundewarên Helebê, weke me destnîşan kir Ezaz, Bab û Minbic, heya Til Rif'at jî.

Amadekirin; Ehmed Heso

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket