Serjimêra Rojavayê Kurdistanê ber bi dawî bûnê ve diçe.

kurdistani 02:27 PM - 2016-09-23
Serjimêra Rojavayê Kurdistanê ber bi dawî bûnê ve diçe.

Serjimêra Rojavayê Kurdistanê ber bi dawî bûnê ve diçe.

 Komîteyên serjimariyê li herêma Til Temirê xebatên serjimariyê didomînin. Ji bo pêkhatine serjimariyê tevgera li nava bajar rawestiya ye. Kêm maye serjimarî li vir bi dawî bibe.tiltemir-xebatin-serjimere-berdwame-1

Projeya ‘Ez li virim’ a serjimariyê ya ku Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê birêve dibe û ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava (NRLS) ve tê pêkanîn, îro li bajarên rojava yên Kantona Cizîrê (Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan) jî destpê kir.

Li bajarê Til Temir komîteyên ku mamoste û endamên komîn û meclîsa pêk têk, serjimariyê li bajar û gundên wê pêk tînin.

Her komîteyek ji 2-3 mamosteyan pêk tê. Bi wan re jî endamekî komînê yan meclîsê heye. Her komîteyek dê agahiyên derbarê 25-35 malbatan binivîse.tiltemir-xebatin-serjimere-berdwame-2

Ji saetên sibehê ve tevgera li nava bajar rawestiya ye. Hemû welatî ji bo serjimarî bi rengekî serkeftî pêk were, li malên xwe ne. Li nava bajar tenê dermanxane vekirîne.

Ji bo parastinê jî hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî li ser karê xwe ne.

Li gorî agahiyên ku komîteya rêvebirina serjimariyê li Til Temir dane, piraniya şêniyan hatine jimartin. Kêm maye ku serjimarî li bajar û gundên derdorê bi dawî bibe.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket