Salih Muslim: Avakirina Sûriye demokratîk armanca me ye
kurdistani 12:54 PM - 2016-09-20Salih Muslim: Avakirina Sûriye demokratîk armanca me ye
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku avakirina Sûriyeke demokratîk û federal ku hemû pêkhateyên wê bi îradeya xwe bijîn erkek partiya wan a sereke ye û got “Bi pêkanîna vê armancê em erkek mezin li pêşberî dîrokê bicih tînin”.
Bi boneya 13.salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hevserokê partiyê Salih Mislim ji ANHA’yê re axivî û salvegera damezirandinê li hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyê pîroz kir.
Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rojbûriyên partiyê ku di nav têkoşîn û xebata rizgarkirian gelê Kurd de derbas bûn û wiha axivî: “Me ev sal hemû li ber gelê xwe di nav têkoşînê de borandin. Hemû deskeftiyên ku me bidest xistin jî bi saya têkoşîna vî gelê şoreşger pêk hatin. Piştî damezirandina partiya me bi çend mehan me serkêşiya Serhildana Qamişlo ya 2004’an kir û heya roja îro anî. Di vê têkoşînê de gelek endamên me yên mîna Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) û Mamoste Osman Silêman di zindanên rejîma Baasê de şehîd ketin.
Muslim di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku PYD’ê partiyek gel e û herî zêde di têkoşîna xwe de şiyarkirina gel da ku karibe bi xwe xwe birêve bibe pêk anî û wiha domand: “Bi nêrîna min partiya me dikaribû bi vê erkê rabe û ji xwe encamên vê xebatê niha li ruyê erdê diyar in”
‘Nimuneya sîstema herî baş ji Sûriy û Rojhilata Navîn re’
Hevserokê PYD’ê, da zanîn ku sîstema Rojava dê karibe edalet û demokrasiya ji Sûriye û Rojhilata Navîn re bîne û wiha axivî: “Sîstema ku niha li Rojava pêk hatiye bi îradeya gel hat damezirandin û PYD’ê dikaribû ku pêşengiya vê sîstemê bike. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyê xwe di nav sîstemeke ku nimuneya sîstema herî baş ji Sûriye pêşerojê û Rojhilata Navîn re ye, birêxistin dikin. Ev sîstem dikare demokrasiya û edaletê bîne”.
Di vê navberê de Muslim bal kişand ser têkoşîna gelê Rojava û sîwana temsîla siyasî yak u PYD’ê li derveyî welat çêkiriye û wiha pê de çû: “PYD’ê têkoşîna gelê Rojava gihand hemû qadên siyasî, dîplomatîk û hwd. Ev erkek me bû û em pê serbilind in. em soz didin ku têkoşîna xwe heya pêkanîna hemû armanc û daxwazên gelê xwe bidomînin.”
‘Desthiladarî ne armanca me bû’
Salih Muslim hemû idîayên ku dibêjin “PYD’ê desthildar e” red kirin û got ku wan di têkoşîna 13 salan de tu carî bidesxistina desthiladarî yan jî kursiyekê armanc nekir, berovajî her di xizmeta gel de bû.
Di dawiya axaftina xwe de, Salih Muslim soz da ku ew ê heya avakirina Sûriyeya Demokratîk a Federal têkoşîna xwe bidomînin.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19