Efrîn; Jinek bi bombeyên DAIŞê yê jehrewî birîndar bû

kurdistani 01:04 PM - 2016-09-17
Efrîn; Jinek bi bombeyên DAIŞê yê jehrewî birîndar bû

Efrîn; Jinek bi bombeyên DAIŞê yê jehrewî birîndar bû

Li kantona Efrînê, 2 jin bi bombeyên DAIŞê yê jehrewî birîndar bûn.

Di wê barê de, jêdereke agahdar li Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku duhî roja înê 16-9-2016`an, li gundê Om elhwewş ya başûr rojhilatê gundê Ehrezê ya ser bi Babê, terorîstên DAIŞê malên sivîlan  bi çekên kîmyawî  topbaran kirin û di encamê de, 2 jin bi giranî birîndar bûn ku laşê wan tev peqirme da û xalên şewtandinê bi rengê zer çêbûn.

Li gorî wê jêderê ku raportên bijîşkî yên nexweşxaneya Efrînê didin xuyakirin ku ew çekên kîmyawî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li dijî sivîlan bikarhatiye, ji curê Xerdel a jehrewî ye.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket