Efrîn; Çalakvanekî kurd di zîndana rêjîmê de şehîd bû

kurdistani 10:40 AM - 2016-09-15
Cîger Şêxo di zîndana rêjîmê de şehîd bû

Cîger Şêxo di zîndana rêjîmê de şehîd bû

Gundê Hec Xelîl dîsa ciwanekî xwe pêşkeş bi nparastina doza gelê kurd kir.

Xebatkar û tekoşerê doza gelê kurd ya rewa, nemir Çîger Şêxo piştî 10 salan di zîndana rêjîma baes a Sûrî de, jiyana xwe bi eşkenceyê ji dest da û tevlî karwana pakrewanên doza gelê kurd û Kurdistanê bû.

Li gor daxuyaniya berpirsê ragihandina PYD`ê yê Ewropayê Îbrahîm M Îbrahîm ku Cîgir Şêxo bêhtir ji 10 salan e ji aliyê rêjîma Sûrî ve hatiye girtin û bi bihaneya ku ew kadroyekî Partiya Karkerên Kurdistanê ye û ji bo perçekirina  axa Sûrî dixebite.

Hêjayî gotinê ye ku Nemir Cîger Şêxo ji gundê Hec Xelîl ya girêdayî navçeya Racoyê ye û ew gund xwediyê bi dehan şehîd gazî û xebatkarên tevgera azadiya kurd li wê beşê welat e, û bi bihaneya endambûn li rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê û perçekirina axa Sûrî, ji aliyê îstîxbarata Sûrî ve hat girtin û ji 2007`an ve di zîndanên rêjîmê de bû, lê ji ber giraniya eşkenceyê, di vê dawiyê de, hat şehîd kirin. 

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket