Magkurg dîa piştgiriya Emerîkayê ji Rojavayê re dupat kir

kurdistani 01:22 PM - 2016-09-05
Magkurg dîa piştgiriya Emerîkayê ji Rojavayê re dupat kir

Magkurg dîa piştgiriya Emerîkayê ji Rojavayê re dupat kir

Birît Magkurg dîsa piştgiriya Emerîkayê ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê re dupat kir.

Nûnerê taybet yê serokê Emerîkayê Birît Magkurg 2 roj beriya niha serdasna Kobanê kir û ligel aliyê siyasî û serbazî yên Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku di roja şemiyê 3-9-2016`an de, nûnerê taybet yê serokê Emerîkayê Birît Magkurg 2 roj beriya niha serdasna Kobanê kir û ligel aliyê siyasî û serbazî yên Rojavayê Kurdistanê civiya û derbarê rewşa siyasî û ewlehiya li herêmê gotûbêj kirin.

Wê jêderê aşkire kir ku nûnerê Obama amja bi hevkariya di navbera herdu aliyan de kir û got; Em wek Emerîka û hêzên hevpeymana navnetewî, piştîvaniya xwe ji bo hêzên Sûriya Demokratîk dupat dikin û ji bo Rêveberiya Xweser jî, em destek dikin.

Jêdera agahdar di berdewamiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku Birît Maghurg ragihand ku wê vê carê di civînên çaraseriya Sûriyê de, PYD`ê wek endamekî girîng beşdarî li hemû hevdîtinan bike û nabe aliyeke wiha girîng xwedî hêz li ser zevî û bandor ji proseya çareseriya Sûrî dûr bikeve.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket