Nûnerê PYD`ê; Ji bo Kurdistanê PUKmedia xwedî roleke mezin e

kurdistani 02:01 PM - 2016-08-23
Xerîb Hiso--Karwan Enwer û Hozan Efrînî

Xerîb Hiso--Karwan Enwer û Hozan Efrînî

Nûnerê PYD`ê li Herêma Kurdistanê, destxweşî li PUKmedia`yê kir û got; PUKmedia ji bo xizmetkirina Kurdistanê, xwedî roleke mezine.

Îro roja sêşemê, 22-8-2016`an, nûnerê PYD`ê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso serdana PUKmeda`yê kir û ji aliyê sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer ve hat pêşwazî kirin.

Her weha di wê hevdîtinê de, li ser rewşa ragihandin û rola wê di pêşveçûna xebata rewa ya gelê kurd li Her çar aliyên Kurdistanê û aloziyên aborî ku bandorê li ser saziyên ragihandinê saz dike hat şirove kirin.

Sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer di barê xizmet û xebatên rojnamegeriyê ji doza kurdî re û her weha aloziyên aborî ku dibe sedemên lawazkirina pêşxiztina karên rojnamegeriyê û fişarên ji hinek welat û aliyan ve li ser PUKmedia`yê anî ser ziman.

Ji aliyê xwe ve, Xerîb Hiso ji bo kar û xebata berdewam a PUKmedia`yê ji her çar aliyên Kurdistanê û bi taybetî ji Rojavayê Kurdistanê re ku hemû nûçe û agahiyên diweşîne di xizmeta yekrêziya gelê kurd de ye û ji ber wê jî, destxweşî li hemû karmend û nûser û sernûser û cîgirên sernûser kir.

Xerîb Hiso aşkire kir ku ew bi çavekî erênî li xebata PUKmedia`yê temaşe dikin û bi hûrgûlî dişopînin ku bi awayekî bê alî û pisporî, zanyarî û agahiyên rasteqîne pêşkêş bi xelkê kurd dikin û ev yek jî, ji bo xizmeta Kurdistanê, pêngaveke baş û cihê destxweşî û spasî û pêzanînê ye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket