Tikaya destkevtan biparêz in

kurdistani 04:27 PM - 2016-08-16
Tikaya destkevtan biparêz in

Tikaya destkevtan biparêz in

Ji bo tevahiya xelkê me yê kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo Xwedê, ji bo xwîna şehîd û pakrewanan êdî rawest in. 

Çi dibe bila bibe, di encam û dawiyê de, em her yê hev in, kî çi dibêje bila bibêje, hûn guh ne din partîtiya teng û baş bizanibin ku ev destkevtên heyî, destkevtên netewî ne, destkevtên ku bi xwîna 7500 şehîd û pakrewanî ye, destkevtên zarokê û ciwanên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber wê jî, bi çi awayekî bibe û bi çi navî dibe bibe, bi reng û şêwazî dibe bibe û ji me tevahiya tê xwestin ku em vê destkevtê dîrokî ku mîna xewna bû bi hev re biparêz in û xwedî lê derkev in.

Bawer bikin eger Xwedê neke, tiştek bi serî Rêveberiya niha ya Rojavayê Kurdistanê were, piştre hûnê li serê xwe mbixin û hûnê pir poşmam bibin, ji ber ku ji vê destkeftê heyî û pê ve tiştek bi destê gelê me nakeve û ev destkevt bi xwîna ciwanên gelê me pêpkhatiye û îro roja jihevnêzîkbûnê ye û ne yê bi hevketinê û perçebûnê ye û guh neden bi partî û kesên bazirgan yên ku bi xwe û zarokên xwe li Ewropa û cihê gerim û xweş û jiyana pir tijih bidest xwe xistine. 

Di rastiya Saiya asayêşê de jî, wek hûpn hemû dizanin ku li her deverek an welatek an herêmek an jî gunbdekm bêt, Asayîş ji erkê wê yê gel biparêze û xwedî li xwepêşandan û komçivîna û çalakiya derkeve û bişopîne û bi awayekî hêminî û aramî kontrola ewlehiyê bike .

Wek tê zanîn ku ev yas û karnameya parastrina ewlehiya xelkê ji aliyê aşsayîşê ve,di hemû welat û dewletekî de heye. Ji ber wê yekê pêwîste asayîşa Rojavayê bi erkên xwe rabe û gel jî razî be û bipejirîne. Pêwîste gelê me bi çavekî partîtî li endamên asayîşê nenêre û bi parêzvanên xwe bizanin û erka endamên asayîşê jî ew ku xelkê xwe beriya jiayna xwe, bi aramî biparêzin.

Ji bo aloziya duhî ku li Girkê Lekê û Qamîşloyê derketiye, mixabin û hezar carî mixabin ku alîgirên PYD`ê xwestin tola xwe ji aliyê ENKSê bikin ku di dema li ser deriyê sînorê Sêmalkayê ku neheqî bi derheqî termê şehîdekî YPG`ê Badîn Îmam Akreyî û alayê YPG`ê ve hatibû kirin. Diyare hinek ji xelkên me yên dilteng, dixwazin bi awayekî êlî û gundeyetî nêzîkî cadeyê bibin û ev jî, wê gelek metirsîdar be li ser dahatoya doza gelê me li Rojavayê Kurdistanê.

Lêl wek ku di belavoka Asayîşa Rojavayê Kurdistanê de, hatiye ragiahdnin ku hêzên wan rê li ber alîgirên PYD`ê girtine û ew bi komî kirine zîndanê, her weha aliyên ENKSê jî girtine û birine zîndanê, ev yeksanî û karekî cihê rêz û pêzanînê ye ku asayîşê pêkaniye û ew erkê xwe ye.

Ji cihê ku em tevlîheviyê û kînê biweşînin wer in em dest xweşiyê li asayîşê bikin ku îro rê neda bi dost alîgirên PYD û ENKS' ê ku bi hevdu Kevin û neliheviyan derxînin. 

Ji bo tevahiya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, Tikaya Tikaya guhdarî Facebook û hin nûçeyên Rudawê nekin û kenalên  partîtiyê ku tevilhevî saz dikin nekin . Ez bi hêvî me hûn li gor partîtiya teng û berjewendiyên kesayetiyên teng neçin. Lê mixabin partîtiya teng hemû tiştî tevlîhev dike. Gelo ev çi hale ..? Gelo ev çi tê kirin..?

Beriya hefteyekê li ser deriyê Sêmalka yê, neheqî bi derheqê şehîd Badîn Îmam û alayê YPG'ê hat kirin û îro jî neheqî bi derheqê şehîdên pêşmerge tê kirin, êdî bese û wer in em rûpeleke nû vekin û xwedî li doza xwe û destkevtên xwe derkevin û rê nedin bi neyar û Bekoyên Awan. 

Baweriyên min bi welatparêz ya wê heye û hûn xwedî erkê û xebat in, lê ji xwe re li neyaran binêrin ći tînin serê me û Roj bi Roj piştîvaniya terorîst û çeteyan dikin tako destkeftên gelê me ji nav bibin. 

Şehîd yê me giştikan. Çi pêşmerge û çi YPG-YPJ-Gereîla be hemû yê me ne .

Hozan Afrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket