YNK`ê serxweşî li Hozan Efrînî kir

kurdistani 02:32 PM - 2016-08-09
Endamên Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî beşdarî serxweşiya bavê Şiyar bûn

Endamên Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî beşdarî serxweşiya bavê Şiyar bûn

Wefadariya YNKê dirêpêdere, YNK`ê serxweşî li Hozan Efrînî kir

Şandeya YNKê bi serperştiya endamê mekteba peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê karûbarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê mamoste Xalid Ebdul Xidir û şandeya bi wî re jî beşdarî merasîma serxweşiyê bûn, bi navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistnê (YNK) ê serxweşî û hevxemiya xwe arasteya rojnamevan Efrînî û tevahiya malbatên nemir Bavê Şiyar kir û daxwaz û hêvîxwaze ku ev nexweşiya herî dawî be ji malbata Murşid re.
     Endamên Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî beşdarî serxweşiya bavê Şiyar bûn

Endamên Mekteba Ragihandin û endamên mekteba peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistnê (YNK) jî beşdarî serxweşiya birayê rojnamevan Hozan Efrînî nemir Mihemed Xelîl Murşid bavê Şiyar bûn.

Roja 6-7-/8/2016`an, li bajarê Silêmaniyê, Endamên Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî, beşdarî serxweşiya birayê rojnamevan û endamê stafa PUKmedia`yê beşa Kurdmancî Hozan Efrînî, Mihemed Xelîl Murşid ku bi bavê Şiyar naskirî ye li mala Elî Şahîn Yunis birêve çûye bûn.

Her weha di şandeya de, sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan û endamê Mekteba Ragihandina YNKê û sernûserê PUKmedia`yê  Karwan Enwer, cîgirê sernûserê PUKmedia`yê Ata Kerîm, rojnamevanên bi wan re Selah Baban û Diyar Star, her weha berpirsê karûbarê aborî ya Mekteba Ragihandinê kak Omer û Sekreterê nivîsandin û cîgirê sernûserê PUKmedia`yê Soran Elî û sernûserê kovara Ansatê Merkezî yê ku bi zimanê Erebî derdiçe kak Mihemed Şêx Osman hebûn û ji aliyê hemûyan ve hevxemiyê xwe ji bo birayê nemir Mihemed Xelîl Murşid, rojnamevan Hozan Xelîl Murşid Efrînî dupat kirin û serxweşî jê re xwestin.

Her weha di heman demê de, nûnerê taybet ê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî Şêx Amanc Nîhad Berzencî jî bi heman armancê serdana Hozan Efrînî kir û xemx û xemgîniyên xwe bi malbata Hozan Efrînî re par vekirin û hêviya temendirêjî ji malbat û zarokan re xwest ku ev êş bibe êşa herî dawî ji malbata Murşid re.

Ji aliyê xwe ve jî, rojnamevan Hozan Efrînî dest xweşî û spasiya hemû kes û aliyên ku beşdarî hevxemiya wan bûne, û bi navê xwe û tevahiya malbata Murşid li Efrîn û dervayî welat, silav û rêzên xwe pêşkeş bi hemû aliyekî kir kuçi bi riya telefon, name, mesinjer, watsapp, Vayber, facebook, ku beşdarbûn û amadebûna xwe di behî û pirse û serxweşiyê de kirin, gelek bilind û girîng nirxand.

Her weha di merasîma Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê de, ji bilî şandeya Mekteba Ragiahndina YNKê-Mekteba Peywendiyên YNKê, nûnerê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî bo karûbarê Sûriye, şandeyên li jêr hatine sernivîs jî beşdar bûn û serxweşî kirin;

1- Kongireya Neteweyî Kurdistanê Mihemed Pêncwînî, 2-Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, 3-Sendîkeya Karkerên Kurdistanê, Luqman Mihemed, 4- Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Dr. Cewîdan, 5- Nûnertiya PYDê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, 6-Nûneretiya Kongireya Star li Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl, 7-Nûneretiya TEV.DEMê li Başûrê Kurdistanê Cîhan Efrîn, 8- Nûneretiya Partiya Demokrata Kurdê Sûrî Hoşeng Xelîl û Bavê Narîn, 9- Nûnerê Partiya Çep ya Kurd li Herêma Kurdistanê Fethula Huseynî, 10- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Rêzan Gemrûk-Salih Pirsûs Kobanî, 11-Encûmena Penaberên Rojava Hecî Efrînî, 12- Serokê Federasyona Penaberên Êraqî Arî Celal, 13- Nûnerê TVD.DEMê li Silêmaniyê Mistefa Şêxan Kobanî, 14-Serokê Êla Beraziya li Şarezorê û Başûrê Kurdsitanê rêzdar Bekir Heme Xerîb (Bekirê Berazî), 15-Hêzên Pêşmerge li Şengal Emîd Qadir Xoranî, 16-Nûnerê bajarê Ranya û Dola şawerî rêzdar Esed Şawirî, 17-Kurdên Efrînê li Seyid Sadiq Zekeriya Bilbil, Mihemed Bekir.

Kesayetiyên rewşenbîr û xebatkar jî beşdarbibûn wek;

Rojnamevan Fazil Heramî, karsaz Azad Hec Mihemed, Soran Haronî Girdenazeyî, Şêro Ekrem Tilfê, Merwan Dêrik, kesayetiya naskirî Hisên Ebdula Terbûş ji Tilhasilê û şandeya bi wî re, rojnamevan û zimanzan Can Îzîdî Xelo, rojnamevan Dawud Çîçek, Fîras Bekir, Dilşad Birîmo, Rojnamevan Vîvyan Fetah, Rêzan Reşîd, Elî Şahîn, Ferhad Kobanê, kesayetiyê naskirî û xemxwerê Rojavayê Kurdistanê û bavê şehîd Enwer hevalê Mam Rîşe Mam Kerêm Silêman, Serwer Kerîm, Hemûdî Şiyê, Welîd Xelîd, hunermend û peykersazê Efrînî ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê sazkiriye Mihemed Mîrxan, Serbest Remadan, Ednan Emîn, Welîd Xelîl, Menan Xelîl, hunermend Memo Nîşan, Silêman Remedan, rojnamevan Efrînî Nazliyê Remedan, Şehîn Elî, Ferhad Yunis, Mediye Elî, Rêber Şiyê, Bavê Rêber, rojnamevan Yusif Kutî, Ehmed Omer, Yusif Amîn Ubêdo Şemo, Xalid Terbûş, Kemal Sengawî û Cemal Sengawî.

Di merasîma ku li gundê wan Miska Jêrîn li Efrînê birîve çûye de, şandeya Rêveberiya Xweser û Rêvabiriya Asayîşa giştî Efrîn û Cindirêsê, her weha rêvebiriya YPG û Kordînasyona giştî yê Hevpeymana Nîştîmanî ya Demokrata Sûrî Parêzer Aledîn Kalo, Ehmed Hiso, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê rêzdar Mihyedîn Şêx Alî û şandeya bi wî re, Şandeya TEV.DEMê, şandeya PYDê, şandeya bazirganên Cindirêsê, Karsazê mezin û navdar yê Efrînî Dr. Mistefa Cafo (Mistefa Cobirî), şandeya rêvebiriya çand û hunerê û gelek kesayetiyên din ên herêmê jî beşdarbibûn..

Hêjayî gotinê ye ku nemir Mihemed Xelîl Murşid birayê rojnamevan Hozan Efrînî, bavê sê keçkan û lawekî ye(Hêvîn, Şêrîn, Rolav û Şiyar) e, jidayîbûna sala 1964`an li gundê Miskê ya ser bi Cindirêsê li herêma Efrînê ye, yek ji dilsozên herî bihêz û girêdayî rêbaza Mam Celal bû, rojane bi riya Radyoya Dengî Gelê Kurdistanê pêşketin û pêngavên li Başûrê Kurdistanê dişopand ku ji sala 1984`an ve dostaniya YNKê û Mam Celal dikir, di roja 3-8-2016`an de, di nexweşxaneyeke ji yê Stenbolê, ji ber giraniya nexweşiya wî, jiyana xwe ji dest da û tevlî rêzên nemirên kurd û Kurdistanê bû.
Her weha piştre jî, termê wî ji Stenbolê anîn herêma Efrînê û li gundê Miskê ya ser bi Jindirêsê, bi axê hat sipartin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket