33`mîn salvegera enfalkirina 8000 Barzanî


31/7/2016 14:30:00
Çapkirin
     33`mîn salvegera enfalkirina 8000 Barzanî

33 sal beriya îro, li kampên deşta Hewlêrê, 8000 welatiyên kurd ên ji navçeya Berzan, bi awayekî hovane, ji aliyê rêjîma kojer yê Sedam Hisên ve hatin enfalkirin.

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de û bi taybetî ya di serdema rêjîma Be`es dde, rêjîmên desthiladar li Êraqê yek bi dûv yek de, bersiva şoreş û serhildanên Kurdî bi agir û hesinan daye û komkujî û bûyerên gelek dijwar hatiye dayîn.

Her wehali dijî gelê Kurd, kiryarên nerewa û dûr li mentiqê mirovahiyê hatine sepandin û di warên kirdariyê de hatine bicîkirin. Ji komkujiya Îngilîzan ya 1923 ku li dijî bajarê Silêmaniyê pêkanîbû, ew wek moreke reşe li dîroka Îngilîzan û kok ji bîr nabe.

Di heman babetê de, Enfalên 1983 ku rêjîma Be`es li dijî Barzaniyan pêkanîbû, di encamê de, nêzîkî 8000 kes enfal bûn, di meha nîsanê ya sala 1987`an de li dola Balîsanê ya ser bi Hewlêrê ji aliyê rêjîma Sedam ve hate Kîmiya barankirin gelek þehîd û birîndar þêbûn, di 16-3-1988`an de, komkuijya kîmiyabarankirina Helebceyê ku bêtir ji 5000 kes jiyana xwe ji dest dan û 10000 kes jî birîndar û bê mirûz man, her weha li sala 24-4-1988 li navçeyên Germiyan-Qeredaxê enfalên berferehtir hate kirin û di encamê de, 182000 welatiyên sivîl yên Kurd bûne qurbaniya wê þalawê.

Ji bo wê roja reş ku 8000 barzanî hatin enfalkirin, em bi tundî siyaseta jinavbirin û qirkirina gelê kurd şermezar dikin.

PUKmedia


 

Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir


Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir

Keçka Kurd Avesta Îso ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdiastanê ye ku niha li Almanya n&ici...


»  Kekeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
»  Swêd; Behiya hevjîna Omer Şûxmûs birêve çû
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator