Rêveberiya Xweser ‘Til Eren û Til Hasil’ bibîr anî

kurdistani 04:36 PM - 2016-07-26
.

.

Cangoriyên komkujiyên Til Eren û Til Hasilê di merasîmekê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn.

Nûnertiya Rêveberiya xweseriya Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê bi boneya derbasbûna 3 salan di ser komkujiya Til Hasil û Til Erenê re ku bi destê komên çete yên qaşo navê opozîsyonê li xwe dikin, pêk hatin li Silêmaniyê merasîmê bîranînê lidarxist.

Merasîm li salona Tewar  hat lidarxistin. Di merasimê de, Hevserokê Sîstema Federal a Bakûrê Sûriyê Mensûr Selûm, Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Efram Ishaq, endamê Komîteya Amadekar a Destûra Sûriyê Ekrem Hiso û endama Kongreya Star a Helebê Sûad Hesen amade bibûn.

Merasîm bi rêzgirtinê û pêxistina fendan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve dest pê kir.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. di axaftinan de cangoriyên komkujiya hatin bi bîranîn û sersaxî ji malbata wan re hate kirin, her wiha berxwedana têkoşeran hate silavkirin.

Axativanan bal kişandin ser serkeftinên ku şervanên YPG/ YPJ‘ê , Hêzên Sûriyeyê Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Sûriyê bidest dixin, berxwedana wan a ji bo avakirina jiyana hevbeş li ser fikirê Rêber Ocalan.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komkujiya Til Hasil û Til Eranê hatî amadekirin hate nîşanda.

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket