4`mîn salvegera 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê hat pîroz kirin

kurdistani 06:19 PM - 2016-07-22
4`mîn salvegera 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê hat pîroz kirin

4`mîn salvegera 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê hat pîroz kirin

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û bajarên Dêrik û Tirbespiyê 4`emîn salvegera şoreşa 19`ê tîremhê pîroz kirin. Bi heman minasebetê ciwanên ji pêkhateyên ereb ên bajarokê Til Hemîs daxuyaniyek dan û bang li ciwanên bakurê Sûriye kirin ku tekoşîna xwe ya  li hember nîjadperestiyê û qaptalîzmê xurt bikin.

EFRÎN

Bi dirûşmeya “ Em 4`emîn salvegera destana 19`ê tîrmehê silav dikin û li hemû gelan pîroz dikin“ bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê 4`emîn salvgera şoreşa 19`ê tîrmehê pîroz kirin.

Şahî li gundê Şêtka yê girêdayî navçeya Mabeta bi beşdariya hezaran welatiyên Kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Şervanên YPG/YPJ`ê , endamên Hêzên Asayîşê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Partiyên Siyasî û endamên meclîsên Rêveberiya Herêmên Şehba pêk hat.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî hat xemlandin.

Piştî deqeykê rêzgirtin, Hevserokê Meclîsa Gel a Kantona Efrînê Mistefa Hesen, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Cîgirê Serok Meclîsa Rêveber Abdulhemîd Mistefa  û li ser navê Kongireya Ster Newroz Haşim axivîn.

Axaftvanan 4`emîn salvegera şoreşa 19`ê tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû pêkhateyên Rojava pîroz kirin û gotin: “ Hêzên YPG/YPJ`ê di 4 salên şoreşê de li gel beşdarbûna nava QSD`ê  dikarbûn gelek serkeftinan li Rojava bi dest bixin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku jina kurd rola xwe di hemû saziyan de lîst û bû sembola berxwedan û tekoşînê.

Her wiha di şahiyê de peyamên pîrozbaniyê yên gelek saziyên Kantona hatin pêşkêş kirin û tê de 4`emîn salvegera 19`ê tîrmehê hatin pîrozkirin.

Piştre komên Yekîtiya Hunermendên Kantona Efrînê, Koma Şehîd Dilsoz, koma Aram Tîgran û koma Şehîd Arîn stran, şano û govendên xwe yên filoklorîk pêşkêş kirin.

Çar sal ji temenê şoreşa me ya pîroz derbas bû û di nav de serkeftinên bêhemba di  dîroka mirovahiyê de pêkhat û di nav de jî YPG û YPJ ayetên berxwedaniyê û têkoşînê tomar kir ji bo dîroka me li gorî nirxên mirovahiyê li ser xaka Rojava û Sûriyê de  ji nû ve binivîse.

Çîrûska şoreşê di 19"ê Tîrmehê de ji Kobanê destpêkir û dirêjî Efrînê  bû û debasî Cizirê bû û niha li tevahiya Bakurê Sûriyê agir  dide ,herwiha ava kirina her sê kantonên Kobanê –Cizir – Efrîn li ser bingeha biratiya gelan û netewa demoqratîk yek ji destkeftiyên vê şoreşê bû .

Lê hin hêzên herêmî û terorîst hewldan ku zext , dûrpêçkirin û propogandan ji bo tune kirina va destkeftiyan bikin   di Sûriyê û di Rojhilata Navîn de ji ber ku ew li dijî demoqratîk , dadmendî û biratiya gelan  in, lê me bi vîna xwe ya azad û hevkariya gelê me bi YPG û YPJ"ê re, me karî li dijî van hewldanan  bisekinin û bersiva wan bidin.

Em derbasî sala pêcemîn ji şoreşa me dibin û berê xwe didin serkeftinan li ser bigehên istratîjîk û bi pêkanîna demoqratîk li ser tevahiya  xaka Sûriyê û ew jî bi riya ragihandina sîstema fedralîzim li Bakûrê  Sûriyê û bi riya destan û lehengiyên hêzên QSD"ê di rizgar kirina hemû xaka Sûiyê de .

Em bi navê hevserokatiya encûmana rêveber  ya kantona Efrînê gelê  me yê  kurd û  pêkahateyên herêmê  bi vê boneya dîrokê  pîroz dikin  ,boneya ku  rûya şaristaniyê da gelê Sûriyê jib o avakirina civakeke demoqratîk bingeha xwe dadmendî , hezkirin û biratiya gelan e. Bi vê boneyê em hemû serkeftin û destkeftiyan li gelê xwe pîroz dikin û em soz didin ku em li xwediyê dozên wan derkefin û  li ser şopa şehîdên ku xwîna xwe ji bo bi serketina şoreşê dane,em ê bimeşin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber stranan bi dawî bû.

DÊRIK

Bi heman boneyê Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Dêrikê  li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava şahiyek organize kirin.

Şahî bi beşdariya bi sedan welatiyên herêma Dêrikê pêk hat.

Qada Şahiyê bi wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM`ê û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava hat xemlandin.

Şahî bi deqeykê rêgirtin destpê kir. Piştre Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Rojgirav Kobanmê axivî û roja 19`ê tîrmehê li tevahî gelê Rojava û Rêberê Gelê Kurd pîroz kir.

Rojgirav Kobanê diyarkir ku şoreşa Rojva li ser mîrasê 40 salan ji berxwedan û tekoşînê pêş ket û balkişand ser rola ciwanan di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de.

Di şahiyê de kurtfilemek derbarê şoreşa Rojava û berxwedana YPG/YPJ`ê de hat pêşandin û koma Cudî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava şanoyek pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Til HEMÎS

Yekîiya Ciwanên Rojava- Ciwanên ji pêkhateya ereb ên bajarokê Til Hemîs li pêşiya mala gel a bajarok bi beşdariya  dehan ciwanan daxuyaniyk dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Yekîtiyê Ehmed Selac ve hat xwendin wiha hat gotin: “ Bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava û ciwanên ji pêkhateya ereb em salvegera şoreşa 19`ê tîrmehê li civaka Rojva û tevahî civaka Sûriyeya demokratîk pîroz dikin.Di vê rojê de ji bo dawîanîna li rêjîma dictator a faşîst çirûska şoreşê li Kobanê destpê kir û li tevahî Rojva û bakurê Sûriye belav bû.

Em bi berxwedana ku şervanên QSD`ê li eniyên şer nîşan didin û nûnertiya şoreşa rast dikin, vê şoreşê silav dikin.

Em bang li hemû ciwanên Bakurê Sûriye dikin ku tekoşîna xwe ya li hember nîjadperestiyê û qaptalîzmê xurtir bikin û ji bo avakirina civakek azad, demokratîk, pirrengî û nenavendî têbikoşin. Her wiha tevahî axa dagirkirî ji hêzên tarî rizgarbikin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “ bijî Sûriye dimokratîk“ û dilsoziya bi şehîdên şoreşê re bi dawî bû.

Aldar Xelîl: Rojava pencereya pênasîna ramanên Ocalan e

Aldar Xelîl ji konferansa “Bi nerînên Abdullah ocalan azadî û aştî” da zanîn ku xebatên konfransê serkeftî derbas dibin û got ku beşdaran li hev kirine ku bi riya Rojava derfet li pêşiya cîhan vedibe ku di milê pratîkî de, felsefeya Rêberê Gelê Kurd nas bike.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Aldar Xelîl di konfiransa “Azadiya Ocalan” de beşdar bû û bi riya telefonê xebatên konfiransê wiha nirxand.

Xelîl da zanîn ku di roja yekem û duyem a konfiransê de, semîner hatin dayîn û alîyê teorî yê fikirê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji aliyê beşdaran ve hat şîrovekirin û hin dozên Rojhilata Navîn, hatin nîqaşkirin.

*Gelo rewşenbîrên kurd, Ereb, Tirk û Faris ên ku beşdarî konfransê bûne, wê fikirê rêbertiyê ji gelê xwe yên ku aloziya demokarasiyê dijîn re, çawa ragihînin?

Xelîl wiha bersiva vê pirsê da:” xala her girîng ew e fikir û felsefeya Rêbertiyê di nava wan gelan de belav dibe, rastiya dinasin, ev gava yekem e, lê gavên din wê piştre bêne avêtin.

Xelîl da zanîn ku beşdaran li hev kirine ku Rojava ji Rojhilata Navîn û cîhanê re derfeta ku di milê partîk de fikirê Rêbertiyiê binasin vedike.

Xelîl li ser biryarên konfransê diyar kir ku divê îro konfrans bi dawî bibe û wiha axivî:” di roja dawî de, dê ji bo xebata nûnerên gelan makanîzmeyek bê diyarkirin da felsefeya Rêbertiyê belav bikin.”

Konfransa “Azadiya Ocalan” li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di bin dirûşmeya ” aştiya Rojhilata Navîn di fikirê Abdullah Ocalan de ye” tê lidarxistin. Di konfransê de, 150 akademîsyenên kurd, ereb, faris, Tirk û yên cîhanî, her wiha parêzerên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û parêzerê Nelson Mandêla amade bûn.

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket