Sibê 27`mîn salvegera şehîdbûna Dr. A. Qasimlo ye

kurdistani 06:39 PM - 2016-07-12
Sibê 27`mîn salvegera şehîdbûna Dr. A. Qasimlo ye

Sibê 27`mîn salvegera şehîdbûna Dr. A. Qasimlo ye

Di roja 13-7-1989`an de, li bajarê Viyanayê paytexta Nemsayê, rêber û aekreterê Hizba Demokrata Kurdistana Êranê, Dr. Ebdurihman Qasimlo, ji aliyê çekdarên ser bi Êranê, hat şehêdkirin.

Ev karê terorkirina siyasî ya li dijî rêber û siyasetvanên Kurd, heya îro jî berdewam e, her ji roja terorkirina nemir Dr. Ebdurihman Qasimlo, û heya îro, ew kar bûye morek reş li ser rûyê rûpela dîroka cîhanê û demokrasiyeta wan ya pûç û bi taybet welatên Ewrûpayê ku çawa mirovên siyasî û penaberên siyasî ku nîşticihên welatên wanin, naparêzin û xwedî lê dernakev in.

Hêjayî gotinê ye ku  gelek buyerên wiha ne rewa û hovane li dijî serkirde û siyasetvanên kurd yên her çar aliyên Kurdistanê pêkhatiye û hem li dijî sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê Şehîd Sadiq Şeref Kendî û hem jî hersê jinên şoreşger ên Bakurê Kurdistanê, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan û Leyla Sulmaz û tawanbar jî bi azadî tevdiger in..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket