Li Germiyan jinekê agir berda bedena xwe.

kurdistani 11:57 AM - 2016-07-04
Li Germiyan jinekê agir berda bedena xwe.

Li Germiyan jinekê agir berda bedena xwe.

Şevê din li taxa Serkeftin ya bajarokê Kelar ê Germiyan jinekê agir berda bedena xwe û jiyana xwe jidest da.

 Rêvbera lihimber derketina tundutîjiyan li ser jinan, Lemîe Mihemed der barê mijarê got: “Şevê din jinekê agir berda bedena xwe. Ew rakirin nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê. Ji ber rêjeya şewatê zêde bû, ew ji nexweşxaneya Silêmaniyê re şandin. Lê di rê de jiyana xwe jidest da.”

Lemîe Mihemed di berdewama axaftina xwe de behsa sedema xwekuştina jina ciwan kir û got: “Ji ber ku jina ciwan jiyana xwe jidest daye, wê doz li hember bavê wê were vekirin. JI ber ku ji ber zext û nakokiyên bi bavê xwe re, agir berdaye bedena xwe.”

Hêjaye gotinê ye di 6 mehên dawî de, ev yekem bûyera xweşewitandinê li Herêma Germiyan e. Di van mehên dawî de li seranserî Herêma Kurdistanê her ku diçe rêjeya kuştin û xwekuştina jinan zêde dibe.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket