‘Rojava guhertin girîng afirand, Filistîn jî dikare vê bike’

kurdistani 06:57 PM - 2016-06-28
nûNERê pyd xERîB hISO

nûNERê pyd xERîB hISO

XEZA – Nûnerê PYD yê Başûrê Kurdistanê û Iraqê Xerîb Hiso sîstema Fedraliya Demorkatîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê wekî riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi nav kir. Hiso got ku ew li kêleka hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ji bo demokratîzekirina tevahiya Sûriyeyê kar dikin, gelê Filistînê jî dikarin çareseriyê bi xwe peyda bikin.

Nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser a Rojava yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso têkildarî Fedraliya Demokratîk a Roajva-Bakurê Sûriyê, her wiha nerîna cîhanê li ser doza gelê Filistînê û derfetên pêkanîna sîstema ROjava li Filistînê berisva pirsên ANHA’yê da.

*Xalên erênî di sîstema Fedraliya Demorkatî a Rojava-Bakurê Sûriyê de çine?

Gelek xalên erênî di Sîstema Fedraliya Demokratîk a Roajva-Bakurê Sûriyê hene. Beriya ez behsa xalên erênî bikim, destpêkê ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku 6 mehan beriya behsa sstema fedraliyê bê kirin, nîqaş li ser hatin kirin. Di dema ku sê kanton li Rojava hene, li ser xalên ku dê çawa sîstem pêk were û bibe nimûneyek nûjin ji gelê herêm re, karibe hemû pirsgirêkên xwe bi wê yekê çareser bike. Fedraliya demokratîk ne wekî fedraliyên kilasîkî yên têne zanîn û li ser bingeha netewî hatine xêzkirin.

Girîngtirîn xalên fedraliya demorkatîk di avakirina civaka demokratîk dku li ser esasê edaleta civakî û wekheviya hemû pêkhateyan tê avakirin. Ev girîntirîn xalên rêveberiya xweseriya demorkatîk in. Tevî vê yekê sîstema fedraliya demokratîk rastî gelek êrîşan û xetên dijbertiyê hatin. Herî zêde Tirkiyê û hêzên piştigiriya wê dikin ên wekî Kalîsyonê û ENKS’ê û herwekî din dijbertiya sîstemê dikin.

*Gavên fedraliyê yên pêş ku dê bêne avêtin çine?

Armanc ji avakirina fedraliyê peydakirina nimûneya demokratîk ji tevahiya Sûriyê ye û dawîanîna li rijandina xwînê. Pêkanîna demokratîbûnê û dê nakokiyên nijadî bi dawî bike. Bi fedraliya demorkatîk dê jiyana hebeş a di navber hemû pêkhateyan de pêk were. Hemû pêkhateyên herêmê sîstem qebûl kirine û di nava de cih digirin. Ereb, Turkmen û asûrî bi xurtî di nava sîstemê de ne. Em bi hêzên demorkatîk re kar dikin da ku sîstema fedraliya demorkatîk li tevahiya herêmê pêk were.

Fedraliya Demokratîk ne parçekirina Sûriyê ye. Lê belê bi vê sîstemê dê yekîtiya Sûriyê bê pêşxistin.

*Dewlet çawa bi rêveberiya xwe re têkildar dibe?

Wekî min berê bibîr xist, RÊveberiya Xweser bi awayekî erênî deng veda, diheman demê de di nava hin hêzên derve û herêmî de neyînî hate nirxandin û dijberiya wê kirin. Di aliyê herêmî de dewleta Tirkiyê gelekî dijberiya wê kir û xwest sîstem têk biçe.

Dewleta Tirkiyê li tevahiya parçeyên Kurdistanê şerê gelê kurd û doza wî ya rewa dike. Ew ji dewleta kurdî ditirsin, gelekî jê ditirse. Ev yek tevî ku gelê kurd ne bi parçebûnê û avakirina dewletekê re ye.

Gelê kurd gelekî aştîxwaze û ji bo jiyana hevbeş kar û xebatan dimeşîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê bi îran û di riya Cezairê şerê gelê kurd dike. JI ber wê yekî jî êrîşî destkeftiyên ROjava dike.

Li ser asta navdewletî jî welatên mezin ên cîhanê hate niha dijbertiya sîstema feraliya demokratîk ne kiriye. BI destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi destxistin re û bi taybet di aliyê wê yê leşkerî û şerê wan ên bi DAIŞ’ê re me dît ku nûnertiyên Rêveberiya Xweser li gelek welatên Ewropa hatine vekirin. Ev yek tê wateya qebûlkirina fermî ya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk e.

*Di nerîna we de gel Filistînê dikare nimûneya Rojava li Filistînê pêk bîne?

Di dema ku li herêma Rojhilata Navîn pêşketinên mezin têne jiyankirin û dema ku netewdewlet sîstema şofinist û mezhebî derxistine pêş, ji ber êv yekê wêranî li herêmê pêk hat. Gele felaket bi serê gelê herêmê hatine. Niha jî divê nerînên cûda ku li ser esadê jiyana hevbeş a di navbera hemû pêhateyan de pêk were.

Ez di vir de behsa hatina Israîlê ya li ser xaka Filistînê nakim. Ji ber şerên kevin û parçekirinên hatine kirin ev yek hatiye, li aliyê din jî nabe şer di navbera Filistîniyan û Îsraliyan de heta dawî dewam bike. Bê guman pêwîste aresre ji şerê heyî re bê danîn.

Di nerîna min de nimûneya sîstema fedraliya demrokatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê dikare li Filistînê jî pêk were. Ma dem jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de heye, dikare pêk were. Biryara pêkanîna wê jî vedigere welatiyên herêmê bi xwe.

*Rola jinan di ROjava de û destkeftiyên wê çawane, gelo zehmete ku jinên Filistînî karibin wekî jinên Filistînî bikin?

Zehmete em behsa destkeftiyên jinên kurd ku li ROjava bi dest xistine bikin. Berxwedana wê mezine û gelek destkeftî bi dest xistine. Karîbû di hemû aliyên jiyanî de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Di şoreşa ROjava de rola pêşeng di gelek aliyên jiyanê de girt. Ji ber wê em dibêjin şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Jinên kurd bûne mîna berxwedanê ya hemû jinên cîhanê, bala hemû raya cîhanê kişand ser xwe.

Em bûne wêneyên gelek şervanên jin li gelek welatên cîhanê dibînin, jinên kurd di nava civaka navdeweletî de bûne mîna jinên herî bi hêz ên şerê terorê dikin. Jinên Filistînê jî xwedî dîrok indi gelek berxwedanê li dijî îsralî de cih girtine û tekoşîneke mezin kirine. Gelek jinên nimûne hene ku rola pêşngiyê di nava tekoşîna xwe de girtine.

*Di qonaxa pêş de Rojava çi veşartiye. Dinerîna we de doza Filistînê di qonaxa pêş de wê çawa be?

Gelê Rojava gelek qurbanî di vê qonaxê de danîne. Gelek destkeftî bi destxistine. Heger em li herêmên din ên Sûriyê binerin jî herêmên Rojava rewşa wan gelekî baş û arame. Di heman demê de bû noqteya serke ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê. Em dinerin ku hêzên leşkerî yên QSD, YPG û YPJ di şerê çeteyan de roleke wan a serkee heye. Gelek hêzên leşkerî yên wekî Amerîka, Firansa, Elmaniya û Birîtanya jî hatine da ku piştigirya şêwirî bidin hêzên ku şerê çeteyan dikin. Tunekirina çeteyên DAIŞ’ê bûye tenê mijara demê. Sîstema fedrlaiya demorkatîk riya herî guncaw a çareserkirina aloziya tevahiya Sûriyê ye.

Em hêvî dikin ku gelê filistînê jî karibe armancên xwe yên jiyana hebeş pêk bîne û jiyaneke bi rumet pêk bîne.

Hevpeyvîn; MUSTEFA EL-DEHDÛH

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket