Nûnera penaberên Rojavyê li Şehrezûrê koça dawî kir

kurdistani 04:32 PM - 2016-06-28
Heyam Feyd Hemza koça dawî kir

Heyam Feyd Hemza koça dawî kir

Nûnera penaberên Rojavayê Kurdistanê ya Şehrezûrê Heyam Feyd Hemza koça dawî kir.

Di wê barê de, serokê encûmena penaberên Rojavayê Kurdistanê Hecî Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji ber nexweşiyeke kut û bir, nûnera encûmena penaberên Rojavayê Kurdistanê, Heyam Feyid Hemze, jiyana xwe ji dest daye û wê termê wê jinê, bi awayekî fermî, bibin bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê.

Her weha ji aliyê xwe ve jî, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso di merasîma serxweşiya Dayîka Rebîh de, amaje bi rola xebatkara jina Rojavayê Kurdistan Heyam ku bi dayîka Rebîh tihate naskirin kir û got; Em fedekariya wê dayîkê ji bîr nakin ku gelek caran ji ber kar û xebata ji Rojavayê Kurdistanê re, bi awayekî fedekarî, bi bê berember, di tekoşîna xwe de, berdewam bû.

Hiso di berdewamiya axiftina xwe de, aşkire kir ku Dayîka Rebîh, mora xwe li ser tekoşîna Rojavayê Kurdistanê daye û em ê wê bi bîr bînin û silav li canpakiya wê be û bila serê malbatê û gelê kurd sax be.

Her weha di wê barê de, lawê nemir Heyamê Mihemede Osman ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî ku dayîka wan bi nexweşiyeke kut û bir jiyana xwe ji dest daye, niha termê wê li bajarê Silêmaniyê di avahiya bijîşka dadweriyê de ye, ew hewil didin ku bi awayekî fermî derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bikin û piştre jî derbasî nava axa Efrînê bikin û li gundê wan bi axê bispêr in.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket