Kosret Resûl; Rêkeftina YNK-GORAN ne li dijî ti aliyan e

kurdistani 07:36 PM - 2016-06-22
Kosret Resûl; Rêkeftina YNK-GORAN ne li dijî ti aliyan e

Kosret Resûl; Rêkeftina YNK-GORAN ne li dijî ti aliyan e

Kosret Resûl Elî di civîna îro ya li avahiya Politburoya YNK`ê de ragihand ku Rêkeftina YNK-GORAN ne li dijî ti aliyan e.

Îro 22-6-2016`an li avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî ragihand ku ev rêkeftina ku di navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, ne li dijî ti kes û aliyan e.

Her weha ew civîn taybet bû ligel endamên mektebên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku tê de, berpirsên rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Rifet Ebdulah û endamê politburoyê Mehmûd Sengawî û endamê desteya kargêrî Hakim Qadir Hema Can jî hebûn.

Di civînê de, piştî ku tîşk li ser rewşa siyasî û meydanî yê li Herêma Kurdistanê û Êraq û tevahiya navçeya Rojhilata Navîn hat kirin û şirove bû, li ser kar û xebatên mektebên rêxistin û raghandinê jî hat şirove kirin û li ser rêkeftina ku di navbera YNK-GORAN de jî hat rewastandin û di wê barê de,  cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi reşkavî nêrîna xwe û ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ev rêkeftina ku di navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, ne li dijî ti kes û aliyan e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket