Mijareke pir kêm li ser diaxivim..........Egîd Efrîn

kurdistani 03:40 PM - 2016-06-19
Mijareke pir kêm li ser diaxivim..........Egîd Efrîn

Mijareke pir kêm li ser diaxivim..........Egîd Efrîn

Nizanim ev hest kengî wê rawestin, ango hinekî derfetê bidin min da ku jiyana xwe bêyî ku li berê binêrim, bijîm. Wekû çawa pêlên deryayê radibin û nahêlin keştî bi riyeke aram de biçin, ew jî li min wiha dikin.

Wekî van rojan di demeke derbasbûyî de, ez bi hêvî dimam, lê piştî ku dûrbûn bû qeder, û ji mal, gund û war dûr ketim, evîn her çû şên bû û bi hêviyan hate xemilandin. Di demjimêrên şevê yên wekî van, min dinivîsî, lê ne bi dilekî wisa kavilbûyî û bê bawerî. Çima wiha bû?

Li gor wê demê, dil ciwan bû, ew roj ku weke roniya hêviyê bûn wê ti carî wekû xuya dike, dûbare nebin. Min bang dikir, ka were, ez jî wekî te li dilekî wisa digerim, wî dilê ku kes bi hawarê nayê, ne jî kes jêre dibe hêvî da ku bi tena xwe di kolanên tarî û sar de nemîne...

Lê belê her tişt hema wisa winda bû û min xwe bi tenê şiyar dît. Min digot qey ezê gunehekê bikim, gava ku jêre vebêjim, lê min her wiha jî digot, Na! Bila ez dereng nemînim û nebêjim ka çima ez dereng mam.

Wê çaxê, her tişt tevlîhev bibû, min nedikarî ku biryarekê bistînim.

Niha jî, rewşekê xwe li me bar kiriye ku ne wîcdan û ne jî bawerî vê yekê qebûl dikin, êca ez li ku mame.... û xewn li ku bûn?! Law ew roj, û şev li ku man? 
Piştî du salan, li devereke cûda dîsa bêriya wan rojan dikim bêhtir ji hemû demên borî, di wa kêlîkê de ku pirî caran jî poşmanî tê hemberî min. 
Ji ber çi min dest ji wa rastiyê kişand.. ma ewqas hest û evîn çima bi lez bi dawî bû, li ser çi bingehan min ew nirxand, piştî (Na!)?

Van pirsan heya niha hiş radestî dil dike.. û li benda bersivê ye.. rast e ku hiş her tim rasteqîn e, û dil jî her tim şaş e, lê belê hin caran hiş ji dil dipirse.... " Te çima bi hêza xwe nehêşt şaştî bibe Rastî???

Ka tu jî were, Biçûka min, belê.. ji ber ku tu biçûk î ku tu van peyvên min fêm bikî.. ger te ez êşandibim, ez gazinan nakim, ji ber ku tu nizanî û nikarî bi wa biçûktiya xwe meznahiya gilî û gazincan hîn bibî. Tevî ku min nekarî li kêleka te bimama da ku ez wa derfetê bibînim û bêjim, lê belê jixwe dem derbas bibû û ez dereng mabûm.

Min hêvî dikir û hê jî hêvî dikim, tenê kêlîkekê, ku tu zane û mezin bûya, belkî guliyên dilê te yê biçûk û nezan, bihejiyana! 
Belê, ez dereng mam, tevî ku min nedixwest dilopekê ji rengê dilê te bilivînim, lê wisa ji min re diyar bû ku min bi şaştî valahiyên xapînok yên di nava peyvan de nirxandin!

Ez loma ji te nakim, ne jî ti nesaxî û xemgînî ji te re dixwazim, xweziya min ew e ku dilê te ji wa tarîtiyê derkeve, mezin bibe û ji bo azadiyê têbikoşe, û bi hêza xwe û hemû zanebûna xwe bigihê miradê xwe, ne bi destê ti kesî din...

Ez bi hêvî me ku çare ji her derdekî re werin dabînkirin, û careke din ti xemgînî li ser ûmîd û xwestekan neyê belavkirin.

‪#‎Welat‬ jî wê azad bibe, û tenê evîna wî dê dil xweş bike, di zemanekî de ku evîn nemabe. 

Silêmanî 2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket