Felsefeya bi Kurdî wek zarokek zelal, wek fêylesofek dilsoz e

kurdistani 05:26 PM - 2016-06-14
Felsefeya bi Kurdî wek zarokek zelal, wek fêylesofek dilsoz e.

Felsefeya bi Kurdî wek zarokek zelal, wek fêylesofek dilsoz e.

Xweparêziya Sokratesî

Belê Atînayiyan, evna hê jî bi xetertir in, ji ber ku van ji dema zarokatiya we û pê ve, we dixapînin û wisa bi we didin bawerkirin; zanayekî bi navê Sokrates hebûye, qaşo wî bi bûyerên asîmanan re mijûlî kiriye û ji bo fêrbûna bûyerên binê erdê lêkolîn kirine û wî şiyan heye ku hemû xeletiyan wek rastî bide xûyakirin.

Eve ez ji van kesên gilîvan ên ku ev çîrok di navbera we de belavkirine, pir ditirsim; ji ber ku kesên vê çîrokê guhdar dikin, wisa tên bi bawerkirin, ji wan wetrê her kesên ku bi van pirsgirêkan re serê xwe diêşînin, xwedanenas in.

Hema ez vê yekê lê îlawe bikim: Mirovên wisa pir in û ji mêj de, min jî bi vî aweyî sûcdar dikin; di serde jî, hê di dema me ya ku em zaftirîn dikarin bikevin bin bandura wan, di dema zarokatî û xortaniya me de, ev tiştna ji guhê me re dixwînin. Yek jî, gava kesek li hember wan tunebe ku bersiva wan bide, gava min pişta xwe bi wan vedigerand, wan jî xeyba min dikirin.

Ya herî xirab jî ew e, eger em ji wan yekî nivîskarê kenokan nehesibinin, ez ne wan nasdikim û ne jî min navê wan bihîstine, ez neşêm navê wan jî bêjime we.

Platon

Werger: Zeynel Abidîn

Weshanên Soran

2016-Berlîn

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket