Qesra Îshak Paşa

kurdistani 04:50 PM - 2016-06-13
Qesra Îshak Paşa

Qesra Îshak Paşa

Qesra Îshak Paşa di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO yê de cihê xwe girtiye lê berhema ku ev qas dewlemend e niha tê restorekirin û bi texrîbatê re rû bi rû ye.

Qesra Îshak Paşa di çanda kurdî de cihekî girîng digire, qesr di sala 1685’an de li ser zinarekî 5 km dûrê navçeya Bazîdê hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî ji hêla kurê Çolak Abdî Paşa, Îshak Paşa ve çêkirina qesrê bi dawî bûye. Di hêla mîmarî û taybetiyên wê yên dîrokî balê dikişîne ser xwe, niha li qesrê xebatên rastorasyonê tên kirin. Gokmen Onay, bal kişand ser restorasyonê û diyar kir ku teknîkên înşaatê ya ku niha tên bikaranîn baweriyê nadin û heta niha ji gelek welatan gelek kes hatin û xebitîn, hêvî dikin ku texrîbatê nedin qesrê. Qesra Îshak Paşa, ji hêla begê Bazîdê Çolak Abdî Paşa ve di sala 1685’an de li ser zinarekî hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî kurê wî Îshak Paşa çêkirina qesrê bi dawî kiriye. Qesr ji hêla mîmarî û taybetiyên dîrokî ve balê dikişîne ser xwe.

Gokmen, destnîşan kir ku Îshak Paşa pir ji xwendinê hez kiriye. Ji ber vê jî pirtûkxaneya herî mezin li qesrê ava kiriye. Medreseyên di qesrê de heyî wekî dezgeheke perwerdê hatine bikaranîn. Onay, diyar kir ku piştî dagirkeriya rûsan, pirtûkxane û gelek tiştên bi qimet hatine desteserkirin û wiha got: “Niha jî ev berhem li Rûsyayê tên muhafazakirin. Lê heya niha Dewleta Tirk ji bo berheman carek tenê jî neketiye nav hewldanan. Dikarin kopyaya hin berheman jî bigirin lê nakin. Ji ber ku ganîmetên şer in Dewleta Tirk dikare bikeve nav hewldanan. Carek hîndekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji wezareta turîzmê daxwaz kirin û ketin nav hewldanan lê ev daxwaz hat redkirin. Lê dikarin niha jî xebateke hevpar pêk binîn.”

Geştiyar û wênekeş Gokmen Onay

 

PUKmedia-Mehmet Çobanoglo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket