DAIŞ’ê li bajarokekî Cerablûsê komkujî pêk anî

kurdistani 06:52 PM - 2016-06-09
DAIŞ’ê li bajarokekî Cerablûsê komkujî pêk anî

DAIŞ’ê li bajarokekî Cerablûsê komkujî pêk anî

Tê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Xendûra yê Cerablûsê komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 36 sivîl hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet hatin wergirtin, komên çete yên DAIŞ’ê cilên QSD’ê li xwe kirin û ketin bajarokê Xendûra yê ku 7 km li rojavayê bajarê Cerablûsê dikeve.

Welatiyan dema dîtin ku hindek şervan cilên QSD’ê li wan e, bi diruşmeyên “bijî hêza Suriyê ya Demokratîk”,  bang kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê welatiyên ku bi navê QSD’ê bang kirin dîl girtin û li qada bajarokê Xendûre, serê kirin. Tê gotin ku di komkujiyê de 36 sivîl hatine qetilkirin.

Komên çete yên DAIŞ’ê di 6’ê Hezîranê de jî bi heman rêbazê ketin gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê. Dema ku şêniyên gund ên ku nizanibûn ew çete ne û di fikra wan de ku ew Hêzên QSD’ê ne ew bi germahî pêşwazî kirin. Piştî vê yekê çeteyan li gund komkujiyek hovane pêk anîn.

PUKmedia-Welat Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket