EFRÎN; Meclîsa tenduristiya ya Cindirêsê hat avakirin

kurdistani 03:59 PM - 2016-06-08
EFRÎN; Meclîsa tenduristiya ya Cindirêsê hat avakirin

EFRÎN; Meclîsa tenduristiya ya Cindirêsê hat avakirin

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, civînek li dar xist. Di civînê de meclîsa tendursitiyê ya naveçeya Cindirêsê hat avakirin.

Meclîsa Tenduristiyê ji bijîşk û dermanfiroş û endamên Komîteyên Tenduristiyê yên komînên navçeya Cindirêsê re civînek li dar xist. Civîn bi armanca şîrovekirina rewşa tenduristî û avakirina Meclîsên Tenduristî, li Navenda Çand Û Hunerê ya navçeya Cindirêsê hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berpirsyarê giştî yê Komîteyên Tenduristî yê Kantonê Agirî Ehmed rewşa tenduristiyê li kantonê nirxand û destnîşan kir ku erka pêşxistina rewşa tenduristî ya herêmê dikeve li ser milê komîteyên tenduristiyê, doktor, dermanfiroşên navçeyê.

Ehmed anî ziman ku divê hişmendiya civakê di vî warî de bê pêşxistin û diyar kir ku divê Meclîsa Tenduristiyê li navçeyê bê avakirin ku, rewşa tenduristiyê ya şêniyên herêmê bê kontrolkirin.

Di dawiya civînê de meclîsa tenduristiyê ya navçeya Cindirêsê hat avakirin. Dr.Azad Reşo û Dr.Leyla Mustefa jî wekî hevserokên meclîsê hatin hilbijartin

PUKmedia-Welat Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket