Li Mûsilê DAIŞ, 17 jinên kurd dişewtîne

kurdistani 01:49 PM - 2016-06-06
Li Mûsilê DAIŞ, 17 jinên kurd dişewtîne

Li Mûsilê DAIŞ, 17 jinên kurd dişewtîne

17 jin ê kurd li navenda Mûsilêl kirin qefesa hesinî û bi hovôtî şewitandin! 

Gor nûçe û agahiyên herêmê: 17 jinên kurdên Ezidî bi qeyd û zincîran girêdayî anîn qada navenda Mûsil, û bi darê zorê kirin qefesa hesinî benzîn serde rijandin û bi xweşî li ber çavê sedan temaşevanan bi awakî hovane şewitandin.

Sedema kuştin û şewitandina wan: Can û bedena xwe radestî wan hovan nekirin. Daxwazên wanê qirêj û genî bi cîh nanîn. Rûmeta xwe, ol û baweriya xwe parastin û binpênekirin. Di kesayetiya wan jinên Şengalê de, jina Kurd û mirovatî tê şewitandin.

Hîn bi hezaran keçên 7 salî heyan jinên bîst sî çelsalî tên tecawûzkirin, îşkencekirin û li bazaran mîna "mal" û "pez" tên firotin. Hîn çendî 3800 jin û zarokên Şengalî di dest wan de esîr û dilin. Ji bo debar û daxwazên xwe kartînin. 

PUKmedia-Ahmet Barackilic

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket