Efrîn ji bo koçberan tedbîrên ewlehiyê digre

kurdistani 04:58 PM - 2016-06-02
EFRÎN JI BO KOÇBERAN TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ DIGRE

EFRÎN JI BO KOÇBERAN TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ DIGRE

Serokatiya Desteya Karê Hundir a Efrînê da zanîn ku ji bo pêşwazîkirin û bicihkirina koçberên herêmên bakûrê Helebê li Efrînê hemû tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.

Piştî  ku li herêmên bakûrê Helebê şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên ‘Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê’ bi hezaran şêniyên wan herêman berê xwe dan kantona Efrînê û herêmên ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin.

Serokê Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê Hesen Beyrem diyar kir ku hêzên Asayîşê di çarçoveya pêşwazîkirina koçberan hemû tedbîrên xwe yên ewlekariyê girtine.

Beyrem destnîşan kir ku hêzên Asayîşê, nasnameyên koçberan kontrol dikin û bi riya Buroyên Asayîşê derbarê wan de agahiyan kom dikin da ku bizanibin her yek çi kes e û ji kuderê hatiye.

Hesen Beyrem got “Koçberên ku xizmên wan li bajarê Efrînê û navçeyên wê hebin, piştî bidawîkirina tedbîrên ewlehiyê li gel buroyên têkildar û peydakirina kefîlekî dikarin li cem wan bimînin. Ev jî li gorî qanûna rûniştinê ya kantona Efrînê tê pêkanîn. Kesên ku xizmên wan li Efrînê tune bin jî diçin kampa penaberan.”

Serokê Desteya Karê Hundir anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşwazîkirin û xwedîderketina li koçberan wekî peywireke mirovahî û exlaqî girtiye ser xwe û got: “Birîndar û nexweş jî ji bo nexweşxaneyan tên şandin.”

Hesen Beyrem bang li tevahiya şêniyên kantona Efrînê kir ku bi hêzên Asayîşê re bibin alîkar û eger ‘kes an jî tevgereke ne rewa’ dîtin, yekser asayîşê pê agahdar bikin.

PUKmedia-M.K.Efrînê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket