Silêmanî; Perde ji ser wêneya dayîka şehîdan hat rakirin

kurdistani 02:10 PM - 2016-05-25
Perde ji ser wêneya dayîka şehîdan hat rakirin

Perde ji ser wêneya dayîka şehîdan hat rakirin

Perde li ser wêneya tekîşera Kurdistanî mamosteya nemir Wesfiye Banî Weyis hat rakirin.

Îro roja çarşemê, 25-5-2016`an,  li bajarê Silêmaniyê, di avahiya mekteba peywendiyên giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, perdeya rûmetê li ser wêneya tekoşera dêrîn ya Kurdistanî Wesfiye Benî Weys bi amadebûna endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hat rakirin.

Her di wê barê de, Karwan Elî Şamar ku lawê mamosteya nemir Wesfiye Benî Weyse di rûpela xwe ya fermî de, nûçeya rakirina perdeyê li ser wêneya dayîka Şehîdan weşandiye ku ew çalakî bi amadebûna Hîroxan Îbrahîm Ehmed û Şanaz Îbrahîm Ehmed û hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî ew merasîma perde rakirina li ser wêneya dayîka Şehîdan birêve çû ye.

Hêjayî gotinê ye ku di roja pêncşemê 5-5-2016`an de, li Derbendîxanê jî, li ber tunêlê, wêneyeke mezin ya Dayîka Şehîdan mamoste Wesfiye Benî Weys ji aliyê çalakvanên wê deverê ve hat saz kirin û her weh li Raniya û Taslocû û îro jî li bajarê Silêmaniyê, perde li ser wêneyên mamosteya tekoşer hat rakirin..

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

 

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket