Mahabad Felat Arda,,Navê vê şênkahiyê Raps e

kurdistani 02:35 PM - 2016-05-24
Navê vê şênkahiyê Raps e

Navê vê şênkahiyê Raps e

Navê vê şênkahiyê Raps e. Bi ingilizî Rapeseed yan jî Canola an jî Kanola jî tê gotin. Niha çiqasî diçe populer dibe, ji ber rûnê denên wê ku hinek ji nîskê mezintir in, ji bo tendrustiyê dibêjin baş e û ji bo motorên makineyan jî tê bikaranîn û li şûna benzînê jî tê bikaranîn. Ji nîvê meha gulanê heya dawiya meha hezîranê jî gelek zevî weke deryaya raps´ê xuya dikin û meha îlonê êdî radikin, li vir Swêdê. 

Îcar ev giha, ango şênkahî li Kurdistanê jî heye û ji ber xwe ve derdikeve. Li hin deverên Kurdistanê ev weke gêzî ango sivnik tê bikaranîn û hew mixabin. Ez rast li navê wê yê bi kurdî jî nehatim. Kesek zanibe bila ji kerema xwe re li vir binivîse.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket