Lahur Şêx Cengî mêvanê parlemana Ewropayê ye

kurdistani 06:48 PM - 2016-05-23
Lahur Şêx Cengî mêvanê parlemana Ewropayê ye

Lahur Şêx Cengî mêvanê parlemana Ewropayê ye

Lahur Şêx Cengî Talebanî li Parlemanê Ewropayê gotar pêşkêş dike.

Îro roja duşemê 23-5-2016`an, li welatê Belçîkayê, serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê, rêzdar Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi vexwendineke fermî gihîşte Belçîkayê.

Her weha li gorî agahiyên dawî ku ji PUKmedia`yê re hatiye ku îro piştî nîvro serokê saziya Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi armanca pêşkêşkirina otareke taybet derbarê rewşa ewlehiya Kurdistanê, bi awayekî fermî ji aliyê parlemana Ewropayê ve hat vexwendin.

Hêjayî gotinê ye ku serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket