Magkorg ligel rêveberên Rojavayê Kurdistanê yên siyasî û leşkerî civya

kurdistani 04:53 PM - 2016-05-19
Magkorg ligel rêveberên Rojavayê Kurdistanê yên siyasî û leşkerî civya

Magkorg ligel rêveberên Rojavayê Kurdistanê yên siyasî û leşkerî civya

Magkorg bi awayekî fermî ligel rêveberên Rojavayê Kurdistanê ên siyasî û leşkerî civya.

Duhî roja çarşemê, 18-5-2016`an, nûnerê serokê Emerîkayê Barak Obama yê karûbarê şerê li dijî terorê li hevpeymaniya navnetewî Birît Magkorg bi fermî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û di bajarê Kobanê de, ligel rêveberên Rojavayê Kurdistanê yên siyasî û leşkerî civiya ku bi serokatiya Salih Muslim bû ye.

Di wê barê de, jêdereke nêzîk li wê civînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku armanca Nûnerê serokê Emerîka ji wê civînê, ew bû ku ligel rêveberên leşkerî projeya rizgarkirina Req û herêma Şahbayê pêk bînin û ligel wê jî, ligel hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim û hinek ji rêveberên siyasî yên sin hevdîtinên taybet ji bo projeya federalîzma ku di 17-3-îsal hatibû ragihandin û şiroveyên herdu civînan bi encamên baş hatine nirxandin.

Wê jêderê aşkire kir ku cara beriya noha ku nûnerê serokê Emerîkayê Barak Obama yê karûbarê şerê li dijî terorê li hevpeymaniya navnetewî Birît Magkorghatibû Kobanê û civîna Kobanê 1 encam da bû, wek vê civînê girîng nebû, ji ber ku ev civîn (Kobanê 2) poiştî neserkeftina cinêv3 ye û piştî ragihandina Federalîzma Rojavayê Kurdistanê ye.

Jêdera agahdar şirove kir ku Hevserokê PYD`ê Salih Muslim bi awayekî zelal ji Birît Magkorg got; Cereblus û Minbêj û Azaz û Babê ku bi  Herêma (Şahba)tên naskirin, navçeyên Kurdistanê ne û pêwîste vegerin cigrafiyeta Kurdistanê û gotûbêj li ser wê herêmê nabe.

Lê çavdêrên siyasî jî wiha nêrînên xwe tînin ser ziman, di civîna Kobanê 1ya ku Birît Magkorg lidarxistiye de , Şedadî û beşek mezin ji kêlgehên petrola Dêrezûrê hat rizagrkirin û Bendava Tişrîn jî hat rizgar kirin, tê texmîn kirin ku wê piştî civîna Kobanê 2, wê an Reqa an jî Minbêj û Babê were rigarkirin û Kobanê 3, Cereblus û Azazê wê were rigarkirin û Kobanê 4, wê Federalzîma Rojavayê Kurdistanê bête pejirandin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket