15 ê Gulanê roja zimanê kurdî

kurdistani 06:08 PM - 2016-05-15
15 ê GULAN ê ROJA ZIMANÊ KURDÎ

15 ê GULAN ê ROJA ZIMANÊ KURDÎ

(kurmancî, Soranî, Kirdkî-Zazakî, Lorî, Goranî) PÎROZ BE !

Ev zimanê: Kasit, Gutî, Kardox, Mitan, Mîdî li Kurdistanê hezaran sale tê axaftin.

Ev zimanê: Mîtra, Zerdeşt, Elî herîrî, Meleyê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmed ê Xanî ye. Bi vî zimanî qewl, beyt helbest dîrok û dîwan hatine neqşandin.

Bi vî zimanî: Evdalê Zeynê, Garabêt, Kaus axa, Meryemxan, M.Arif Cizrawî, Hesen Cizrewî, Mehmed Şêxo, Eyşa Şan, Husêno, Şakîro ûhw gelek dengbêjan bi deng û awaz, bi gotin û sitranan parastiye. Mîr Celadet Alî Bedirxan, Qadrî Can, Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Cigerxwîn, Osman Sebrî, Mehmet Uzun helwesta gelê Kurd bi Kurdî nivîsandin. 

Nirxên van navdarên Kurd çendî zimanê Kurdî bi nirx û pîroze. Lê mixabin di alî kedxwarên Kurdistanê de hatîye qedexekirin, astengkirin û asîmlekirin, dakû bihelînin, bê watebikin bidin bîrkirin û tunebikin. 

Yekem bersîva neyarên ziman û canda kurdî; Axaftin, nivîsandin û ramana Kurdewarîye. Ev roja hanê li hemû navdarên Kurd û kesên bi Kurdî dinivîsînin, diaxivin û vê dozê didomînin PÎROZ BE !

PUKmedia-Ahmet Barackilic

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket