Laur Şêx Cengî pêşwazî li balyozê Birîtanya kir

kurdistani 05:53 PM - 2016-05-11
Laur Şêx Cengî pêşwazî li balyozê Birîtanya kir

Laur Şêx Cengî pêşwazî li balyozê Birîtanya kir

Duh roja sêşemê  11-4-2016`an, serokê Ajansa Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî, pêşwazî li balyozê Birîtanya Firank Beyker kir.

Her weha di wê hevdîtinê de, tewerî civînê li ser rewşa siyasî li Êraq û Herêma Kurdistanê û cenga li dijî terorê bû. Her weha di wê hevdîtinê de, Lahur Şêx Cengî tekez li ser zêdekirina havkarî û alîkariya hêzên pêşmerge ji aliyê civata navnetewî ve kir ji ber ku hêzên pêşmergeyên qehreman bûn ku dikarîn terorîstên DAIŞê têkbişkînin.

Her di wê civînê de jîm li ser rewşa siyasî a Herêma Kurdistan û Êraqê jî hat şirove kirin ku pêwîste gotûbêj û hevdîtin di navbera alî û hêzên siyasî de bête kirin û xala ku hevkombike jî, ewe ku vegera jiyana siyasî û parleman jî wek berê berdewam be û proseya çaksazî jî bi cî bibe.

Di dawiyê de, Laur Şêx Cengî spasiya dostê kurd balyozê Birîtanya Firank Beyker kir.

Hêjayî gotinê ye ku Lahur Şêx Cengî yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, her weha wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û reşenbîran e..

PUKmedia-Hozan Efrînî

.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket