Rûsya: Ji Tirkiye 70 terorîst derbasî Sûriyeyê bûn

kurdistani 11:48 AM - 2016-05-10
Rûsya: Ji Tirkiye 70 terorîst derbasî Sûriyeyê bûn

Rûsya: Ji Tirkiye 70 terorîst derbasî Sûriyeyê bûn

 Navenda Himeyyêm a li parêzgeha Laziqiyê ragihand ku derdora 70 terorîst tevî 3 maşîneyên tijî cebilxane di sîronê Tirkiyeyê re derbasî gundê Enedan ê li gundewarê Helebê bûn, da ku tevlî Cebhet El-Nusra bibin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku çekdarên Cebhet El-Nusra bi armanca têkbirina agirbestê, li derdora bajarê Helebê êrîşî hêzên rêjîmê dikin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de, hat diyarkirin ku çekdar topbarankirina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê  berdewam dikin.

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji 16’ê sibatê ve rastî topbarana komên terorîstî tê. Li gorî rapora Heyva Sor a Kurd ku beriya mehekê hatibû derxistin, 100 kesî jiyana xwe ji dest daye, gelek din jî birîdar bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket