Austiralia; Komeleya Pêşmergeyên dêrîn beşdarî yada Holocaust bûn

kurdistani 06:58 PM - 2016-05-09
Austiralia; Komeleya Pêşmergeyên dêrîn beşdarî yada Holocaust bûn

Austiralia; Komeleya Pêşmergeyên dêrîn beşdarî yada Holocaust bûn

Li welatê Austiralia`Yê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn beşdarî yada Holocaust bûn

Di roja 5-5-2016`an de, li wîleyeta Nîwsawin Wylzî ya bajarê Sîdnî, şandeyeke pêşmergên dêrîn beşdarî li merasîma salvegrea Holocaust kirin.

Her weha yên ku di wê şandeyê de bûn her yek li rêzdaran Ednan Welî-Erdelan Yasîn-Cebar Toma û bi amadebûna hejmarek ji wezîr û berpirsên hikûmî û hizbî yên welatê Australiayê bi awayekî fermî hatibûn banghêşkirin.

Her weha di wê merasîmê de, nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Komeleya Pêşmergê Dêrîn hevdîtinên xwe ligel hejmarek berpirs û aliyên siyasî encam dan.

Hêjayî gotinê ye ku Holokost, şoah, nîjadkujiya Cihûyan, rehqelana cihûyan, genosîda/jenosîda cihûyan, rehkolana cihûyan ji nîjadkujiya ku ji aliyê sazûmaniya Nazîyan ve li Almanya û seranser Ewropayê hatiye kirin re tê gotin.

Holokost bi grekî tê wateya (ὁλόκαυστον holókauston "bi giştî şewitandin, qelandin") an Şoah (herwiha Shoah; bi Hebrayî (îbranî) הַשׁוֹאָה ha'Şoah "nepîroz" an "katastrofa mezin").

Di zimanê kurdî de nîjadkujî, rehqelan, rehkolan, kuştarî, qelaço tê gotin. Ji komkujî cudatir e. Lewra di komkujiyê de komek an pirraniya gelek tê qirkirin lê di nîjadkujiyê de jiholêrakirina nîjadek, qewmek tê kirin.

Nazî an jî nazîsm peyveke kolanî ya bo alîgir û birêveberên Adolf Hitler û sosyalîstên neteweperest (bi almanî: Nationalsozialist) tê bikaranîn.

Peyv ji kurtkirina peyva almanî Nationalsozialismus tê. Herwekî neonazî (anku, "tezenazî", "nûnazî") jî tê wateya nasyonalsosyalîstên nû.

Îdeologiya nasyonalsosyalîzmê di Şerê Dinyayê yê Duwem de bo sedemê mirina nêzîki 50 milyon mirovî û têk çû. Nazî, di deme şerê cihanê

yê duyem de li Almanya hatina ser desthilatdariyê. Avakerê bîrdoziya Naziyan Adolf Hîtler, bi aslê xwe yekî ku Awûstaryalî bû. pênaberekî ku li

Almanya bû. Piştre li wir xwe avêta nava Siyesetê û pêde çû. Hîtler, li Almanya, hemû nirxên miorvatî bikarhanîn bi wan bilind bû û hat û bû

desthilatdar. Pêşî di partiya Almna ya ku weke partiyeka karkeran bû "Partiya karkar û sosyalismê ya Netewî" ku bi almanî navê wê

"Nationalsozialistische Deutsche Arbeiterpartei, (kinasî; NSDAP)" Li ser wê wê re bilind bû û hat ser desthilatdariyê.

PUKmedia-Raghandina KPD

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket