Bokserê Kurd xelata serkeftina xwe pêşkekş bi berxwedana Bakur

kurdistani 10:44 AM - 2016-05-08
Uzon û Demîrtaş

Uzon û Demîrtaş

Bokserê Kurd xelata serkeftina xwe pêşkekş bi berxwedana Bakurê Kurdistanê kir.

 Duhî li welatê Almaniya yê di bajarê Hamburgê de, Bokserê kurd yê navnetewî, Îsmaîl Uzon ku serkleftineke mezin di xuleke pêşberkiya bokseriya navnetewî de bi dest anî, ew xelata ku girt, bi riya  Hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş  pêşkêşî bi bajarên Bakurê Kurdistanê yên di berxwedanê de ne kir.

Uzon piştî ku bi amadebûna Hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş û hejmarek ji welatiyên her çar aliyên Kurdistanê, di wê xulê de, serkeftineke mezin û dîrokî tomarkir, xelat wergirt û ji Demîrtaş re got; Ez xelata xwe ya giranbuha pêşkeş bi berxwedana Bakurê Kurdistanê dikim.

Her weha ji aliyê xwe ve jî, rêzdar Selehedîn Demîrtaş jî, serkeftina wî pîroz kir û bi serkeftina tevahiya werzêkarên kurd nixand û destxweşî lê kir ku ev bû du car xelat werdigre, ya par sal pêşkeş bi Berxwedana Kobanê kir û ya îsal jî pêşkêş bi berxwedana Bakurê Kurdistanê kir.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket