Tirkiyê Nusêbîn wêran kir û bi madeya fosforê jî lêda

kurdistani 05:01 PM - 2016-05-04
Tirkiyê Nusêbîn wêran kir û bi madeya fosforê jî lêda

Tirkiyê Nusêbîn wêran kir û bi madeya fosforê jî lêda

 Li hember berxwedana şervanên YPS’ê ya li Nisêbînê, Artêşa Tirk hêzek nû anî navçeyê û heta niha malên sivîlan bi alavên zirxî hildiweşîne.

Rojnemevanên nobedar ên di hemelya “Na ji bêdengiyê re”, di roja çarşemê de diyar kirin ku Tirkiyeyê hêzek nû ya artêşê aniye navçeya Nisêbînê. Di dîmenên ku rojnemevanan li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê kişandin, dixuye çawa atrêşa Tirk bi erebeyên zirxî, tangan û dozerên zirxî malên sivîlan hildiweşînin.

Çalakvanên di hemleyê de diyar kirin ku artêşa Tirk ji seatên sibehê ta 8,30`an de navçe dan zêdetirî 12 top li navçeyê dane. Ji ber ku dema top diteqe dûmaneke spî derdikeve, tê texmînkirin ku madeya fosforê hatibe bikar anîn. Her wiha topbarana bi hemû cûreyên çekên giran jî dewam dike.

 

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket