Abdula Hesen Zade: “ Partîya me û ez bi xwe jî ta roja îro nabijin kû Kurdistan çend parçeye”

kurdistani 06:38 PM - 2016-04-20
Hozan Efrînî û Ebdulah Hesen Zade

Hozan Efrînî û Ebdulah Hesen Zade

Abdula Hesen Zade: “  Partîya me û ez bi xwe jî ta roja îro nabijin  kû Kurdistan çend parçeye , em her yek perçe ,yek millet ,yek al ,yek dîrok dizanin ”

Di derfeteke kitubir de, me hevdîtineke dîrokî, digel ramyarvan û kesayetiya duduyan piştî pakrewnê mezin şehîd diktor Abdurihman Qasimlo û sekertêrê berê ya Partîya Demokrata Kurdistan a Îranê, berêz Abdula Hesen Zade de pêşxist û naveroka wê jî, li ser rewşa giştî ya bizave rizgarîya Kurdistan,li her çar alî welat de, pir bi sade û bi bawerîyeke bi hêz û zelal tîşik dixe ser cidabûna rewta wan ji partîya dayîk,û ser part û keseyatîyên Kurdistanî .herwa çareserîyeke çawa guncaw jibona doza rewa a gelê Kurd li her çar alîyên Kurdistan.

Pirs; Em weko malpere jindirês net kû malpereke ji hêla lawên kurd yên rojavayê Kurdistan ê vet ê berêvebirin,bi xêrhatina we dikin û dest xweşîyê li we dikin jiber dayîna derfeteke bihaqeder û girîng bi malpera me,ta ku em bikaribin ji nêz ve boçûnên we nas bikin.

Mamoste wekû diyare kû di her nerihetî û nexwaşîyên kû bi serê part û serkirde û rêberên gelê me li her beşeke welat tê em deng û helwêsta we bi şêwazeke pir bi hêz û bi bandor dibîsin,ma gelo çi dihêle kû cenabê te bi berdewamî xwedîyê helwêsta mazin û pîroz bê…???!!!.

-A.H.Zade: Di serîda ez di riya wera silav û rêzên xwe aresteyî tevahîya xelkê me yên xebatkar û welat parêz ,qehremanên gel berxwedanvanên doza rewa li rojavayê Kurdistan dikim,bi taybet di van sê çar salên dawîyê de ku ew hemû xizmet û berxwedanîya bê wêne pêşkeş bi doza neteweyî li beşka rojavayê Kurdistan kirine ev jî cihê rêz û şanazî ye.

Partîya me û ez bi xwe jî ta roja îro nabijin ku Kurdistan çend parçeye , em her yek perçe ,yek milet ,yek al ,yek dîrok dibînin .

Bi boçnê min rewşa giştî ya dabeşkirina Kurdistan, kû bi ser çend wlatên navçe de,halûmercên beşên Kurdistan ji hev cida kirîye,mercê pewendî û hevgirtin lawaz kirîye,lê bi nirîna min, dibe partî û rêxistinên kurd li her alîyên welat li ser hêla giştî hevbigirin û bi hevra alîkarbin,bi taybet di demên nerihetiyê,qeyran,mijarên aloz,hêrişên neyaran,bê berember hevkarî bikin ta bikaribin xwe ji wan kêşe û qeyrana rizgar bikin,evjî erkeke neteweyî ye.

Bo nimûne li Kurdistana başur de rojnameyeke ser bi pkk hebû di çend jimareyekê de li ser partîya me dinivîandin,lê dema kû heval Ocalan hate revandin ,min yekser dest bi amedekirina civîna ne esayî a partiya me kir ,min ji amedevana re got, dibê em helwêsta xwe li dijî bûyera revandina heval Ocalan nîşan bidin,herwa hevalekî me jî rabû û bi hêrs axifî û got’’em tu gotina li ser wê mijarê nabêjin, çimkê li vir ,rojnama wan roj bi roj li dijî me dinivîsine ma  çawa emê piştgirîya wan bikin…?minjî  jêra got ev tişt cudaye ji tiştên kû tu amaje pê dike cudaye,ji berkû ev mijareke pir  nerihete, mihnetê Kurdana ,îro li serê Ocalan û PKK ye, wê sibê li serê min û te be, li serê partî û serokekî  Kurdî din be,çImkê ev komploya bi ser hemû gelê Kurda hatîye, ne tenê bi ser PKK de hatiye.nabê ew gotin bi wê rengî were gotin…

Piştra hemû hevalan jiminra gotin, gotinên te rastin û dibe em bi zutrîn dem belavokekê li dijî komployê derxîni.

Herweha  me belavoka nerizayî ya partiya me bo revandin heval Ocalan, radestî peyamnêrên ‘Med,tv’ kir û piştî du demjimêran di televizyona esmanî a Kurdî Med,tv de  belavoka  helwêsta me li dijî  koployê,yek ser hate xwendin,ev bû kû partiya me berî hemû kesî helwêsta xwe nîşan da.

Pirs : Helwêst we û a partiya dayîk PDKI,kete nava rûpelên dîrokê…

-A.H.Zade :Bûyereke çend bûyerên bi wan rengên ne rewa û nexwaş bi ser Hizba Democrat a Kurdistan a Îran ê da jî hate kirin,gelek nexweş û ne rihet bû,ji bona min û hevalên min jî we bû,

Ev bûyera letbûn jî hate hole, her rewşa me zehmet tir bû,hem ji bona min û hem jî ji bona wan hevalên kû niha ji me dûrin(jihevpijiqîn)…

Bi rastî min di serî de ne dixwast, kû bûyera perçe bûna hizba me bidim ragihandin û bi dim ber basên medyayên derva,her çiqas ji min di pirsîn,û digotin çi kêşe di nava hiziba democrat de heye…? Min her di got tiştek nîne,lê belê ez niha tiştekî din dibêjim,ewe kû em pêştir du hizibin û bûn,em basî tu hiziba nakin.

Bo çi em werin şar û propaganda li dijî hizbeke din bikin…?

Pirs :ji bona çi du hizibî democrat li yek şûn û yek perçe de hebê…?

-A.H.Zade: Nakokiyên me roj bi roj bilintir bûn,hem di hêla siyasî de ,hem di hêla birêvebirina şêwaza pirograma hizbê de…

Di hêla siyasî de,vedigere bo ser helwêsta me li hemberî  kêşa Kurdî,li hemberî birêveberên bizava rizgariya netewa Kurdî di beşên dinê Kurdistan de,li hember direwseyên me li rojhilata Kurdistan de.

Herweha baweriya me bi wê yekê heye, kû hizba democrat, yan jî hizbeke din be,bila hizba kadir û endamên xwe be,hevkar bin ,hevxebatbin,hevbeşbin,lê bila xwediyên bîrûraya cuda bin û cewaz bin.

Ev tê wateya kû hebûna têgeha demokrasî di nava hizbê de.

Her kes bikaribe boçûnên xwe yên cuda bi azadê derbibire,înca bi dengdana giştî re, bîrûraya piranî wê were pejrandin,ta kû ew program bibe bi programa birêvebirina hizbê.

Dikarim bijim kû nakokiyên me yên din jî,vedigerin bo heşdeh ,nuzdeh salên berê…

Di sala 1988 an de,hizba democrat bû bi du beş,beşek bi navê Reberetiya Şoreş bû, beşeke jî her bi navê xwe ma bû.

Herwa me ji hevra got ev du peçeya ne raste.Ne sirûştî ye ,kêşa mezintir dike,ziyan pirtir  dibin,bila bihevra yekbigrin.

lê mixabin ew hevalên kû naka di hizba din de mane,hez nedikirin û pesen nedikirin kû her du hizib hevbigirin,perçebûn bi qezenca Kurd dizanîn,di gotin hevgirtin tê wateya ne rewa bûnê.

Di pêş sazkirina kongira dehan de,encamên dawî yên her du gropan wek hev bûn,nîvî digotin başe, nîvî din jî di gotin ne başe,lê di encama kongirê de, daxwaza me bi serkeft,her du hizib bûn bi yek di bin ala hizba demokrata Kurdistan de.

Pirs :Mamoste kijan ji wan her du hizban, naka paşmayê hizba democrat a dayîke,kijan jî Rêberetiya Şoreşe…???!

-A.H.Zade:beşek Ji hizba demokrat,beşeke din ji Rêberetîya Şoreş ew kesên ku di kongira dehan de, alîgirê hevgirtinê bûn,niha bi mera ne,yên kû li djî hevgirtinê bûn,niha bi wan re ne.

Ewna di kongira 10,11,12,her kemîne bûn(hindikbûn)

Lê di kongira 13 de bi şêwazeke ne rewa ,bi gropçitî,di konfiransan de, hewil dan,amedekariya xwe ji bona kongira 13 bikin,piştra dikarîn dengên pir bi desbixînin.

Di kongirê de, min xwe palêwraw nekir ji bona komîta navendî,lê ji hevalên me kes nexistin nava rêveberiyê…Me ew jî tehemul kir,lê berdewam kirin li ser helwêsta ne rewa,li dijî dost û hevalên me,her kesî kû li gorî wan biçûya wezîfe dar dikirin,yên kû bi gorî wan ne çûna bê beş dikirin.

Pirs : Hindek layen digotin kû sedama perçebûna hizba demokrat,ji ber kû her beşek ji wê, ser bi îdara Hewlêr,Silêmaniyê ye…Ma gelo ev çiqas nêzîk rastiyê ye…???

-A.H.Zade: Ev pirsiyara çendiha car ji min hatiye pirs kirin,nizanim ji bo çi we dibên…?.

Ez bi hemû berpirsyarî ve dibêjim,min ne ji yek partî Kurd û ne jî ji yek kesî Kurd,tiştekî xerap nebîstiye ji bilî gotinên wek’’rêkkefin,aşit bibin,yekbigirin,tişteke din nebîstiye,kesî tiştên xerab ji minra ne gotiye…!!!

Ewanê kû we dibêjin,çi mebestên xwe hene…nizanim???

Ez bi aşkere dibîjim ew gotin ne rastin,pûçin,betalin,bê bingehin….bê wate ne.

Lê belê ev hizba bi kirdewa let bû,perçe bû.

Perçebûn,ji mêj ve ye,ew hemû kêşe û nakokîyên ku çaresr nebûn,hêdî hêdî hizib ber bi perçebûnê ve bir,îro jî perçe bû,em hewil didin riya çareserî yê bibînin.

Em careke din her amade ne ji bona li hev guhdarkirin ê…ji bona gift û go kirin, ta riya hevgirtineke baş peyda bikin,naka be,yan du salî din be,deh salî din be, kêşe nîne…

Ew ne dijminên me ne,min ji hevalên me re  goti bûm, eger wun rastî hev hatin silav bikin,rûken bin…

Pirs  Mamoste ger wun amaden e ji bona li gel hevalên kak Mustefa Hicrî de,di  eniyekê de beşdarbin û kar bikin, ji bona çi we li pêş perçebûnê negirt,û we bi hevra xebat berdewam nekir…?

-A.H.Zade: Kake me gelek hewil de ji bona hevkarî û hevxebatî,lê mixabin wan hevalena guhdar nekirin,li şûn kû em berê xwe bidin Komara Îslamî Îran û şer bikin,me berê xwe dabun hev û li hember hev di nava xebateke hevdij de bûn.

Ev jî bû bi sedama letbûna hizbê…

Pirs Başe mamoste,wun dibêjin em rastin û ew biraderana jî we dibêjin,wun dibêjin em li ser rêbaza şehîd dr.Qsimlo ne ewna jê her we dibêjin,ma gel kijan layena ji we li ser hêla rest berdewame…?

-A.H.Zade: Bi boçunû min nabê kes rêbaza rêber Qasimlo ji xwera bike bi wesîlê piropagande û karên xwe pê birêve bibin,mafê çi kesan nine,şehîd Qasimlo rêbereke mezin yê hizba democrat bû,rênensans di hiba democrat de dirûtkiriye,lê dikarim bibêjim kû kes ji min bêtir bîr û ra û rêbaza şehîd Qasimlo na nasê.

Ez sê caran di dema wî de bûme bi cîgirê dr.Qasimlo,başe ger ez ji rêbazê wî dûrbim ,bo çi di di wê demê de sê caran bûm bi cêgirê wî…?Ez carekê li sefer bûm min kiribûn bi cêgir,û her du carên din,her min û dr.Sadiq Şeref Kendî jibona wê postê kendîkirin,lê belê hedru caran jî dr.Qsimlo dengê xwe da min ji bona cêgirê sekretêrê hizib.

Ez nabêjim em rastin û bila ewna jî nebêjin kû ew rastin.

Wekû diyare li ayendeyeke nêz de hemû rastî wê derkevin hole kû kî ji me raste û kî ne raste,milet û mêjû wê rastiyan diyar û aşkere bikin.

Pirs Başe mamoste,wekû me bîsti bû kû piştî kak MHicrê postê sekreteriyetê bi destxist,biryarê dadgehkirina ew (8)salên kû berêzî te têda sekretêr bûye,ma gelo helwêsta we çibû…?

-A.H.Zade: Başe di wan (8)salên kû ez sekretêr bûm ewqas kêmasî û şaştî hebûne,ma ew biraderana li kû bûn…?çira bêdeng bûn…?ma gelo ew gêjbûn yanjê çibûn…?

Her rojnamevanekî bi navûbangî Firasa(ciristoktarak)pirtûkekî dinivîsê,di wê pirtûkê de nivisîye kû ev pirtûkê pêşkeş dikim bi Abdulah Hesen Zade,ji berkû di zehmettirîn rojger de,berpirsyaretiya hizba democrat hilgirtiye ser milên xwe.

Min di serdemeke gelek zehmet de ew berpirsyaretî gitibûm estê xwe,lê belê bi gorî wan helûmercanên zor û zehmet me tu şaştiyên siyasî mezin kû xelik ji xwera bi me bikenê nekir.

Ez dikarim pir bi sade bibêjim kû yek şaştî me nebûye ji bona ew berpirsyaretiya kû di estê meda bû.

Em li Kurdistan de bûn û pêwendiyên mejî li gel hikumeta Îraqê de bû;Lê mixabin erdu hibên mezinîn başur li gel hev di şar de bûn,lê belê me tişteke xerab nekir kû dilê gelê Kurd ji me bêşe û nerazîbin.

Di wan rewşina de parastina balansa gelek zehmet bû lê me parast.

Başe çira dengê wan di wê demê de nebû…? Bila bibêjin şaştîyên wa demê çibûn…? Eger şaştîjî hebe şaştiyê me hemûyane.

Pirs ; Kak Mistefa Hicrî rola wî çibû…?

-A.H.Zade: Cêgirî sekretêr bû,nêzkî (7)salan her cêgirî sekretêr bêye.

Min yek rojê jî biryarek bi tenê nedame,min nirîn û buçûnên hemû kesî digirt piştra dixistim piraktîkê.Herweha gelek car kak Mistefa Hicrî ji minra digot çira tu bi xwe biryaran nadê ,tu hemû tiştî didê ber destê mekteba siyasî.

Pirs : Aya eger ev rewş her bi vê rengî berdewam be,wê negihîne kû wun herdûk hizib berên tivingan ber bi hev bikin…?

-A.H.Zade: Ez hemû demikê dibêjim:nefret li hemû gulekî dikim kû ji tivinga pêşmergeyekî Kurd derkeve jibo sînga pêşmergeyekî Kurd,û naletjê lê dikim,hazar car nalat li wan kesên kû gule didê sînga birayên xwe.Em bi hevra hevalên xebatê bûn û nihajî her wene,ew nakokiyên metirsîdar çênabin.

PirsÇi pirojeke we heye ji bona xebata rojhiltê Kurdistanê,aya wunê bi van mijarên letbûn û perçebûnê mijûl bibin yan wunê bi xebata nav rojhilatê re û li hember bi komara Islamiya Iranê de mijûl bibin…?

-A.H.Zade: Pirojê me xebate ji bona nteweya Kurd,em bi wan de mijûl nabin û hîç neyartiyekeme li hemberê wan nine.

Ez bi sade nirînên xwe ji wera dibêjim kû em tu carî dijminitiya wan nakin û ji bilî kar û xebata neteweyî bi tuşteke di nafikirin.

Em bi du hêlan kardikin,a yekê ji bona mijara Kurd kû li hemû deverên Kurdistanê û yên kû Kurd têdaye.a diduyan xebata Iranê ji berkû emjî beşekin ji beşa wê xebatê.

Wekû çawa li başur heye,bo nimûneta nihajî rêberên Kurd yên başur dibêjin em perçebûnê naxwazin û mijara serekîme li Bexdadê çareser dibe.

Ev hevdîtin ji erşîva min ya kesayetî hat wergirtin û ji ber girîngiya wê, min xwest ez piştî 10 salan, di malpera PUKmedia`yê de biweşînim.

Dîdar: Hozan X. Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket