Erîfe Bekir: Em nikarin li beranberî hinde hejmar ji koçberan, xwe ragirin

kurdistani 05:42 PM - 2016-04-20
seroka desteya kar û barên civak Erîfe BekiR

seroka desteya kar û barên civak Erîfe BekiR

Bi zêdebûna radeya pevçûnên ku li dorhêla Ezazê rûdidin re,liva koçberiyê ji ber gefgurên terorê ber bi kantona Efrînê ve her çû zêdebû. Hat zanîn ku, Di van rojên dawîn de bêtirî 500 malbatî ji hêla desteya kar û barên civakî ve, hat pêşwazî kirin.

Da ku em mijarê di vê derbarê de ronî bikin, me hevpeyivînek bi rêya malpera fermî ya kantona Efrînê bi seroka desteya kar û barên civakî re li darxist.

NIVÎSARA HEVPEYIVÎNÊ :

Di 2016’an de, Kantona Efrînê toşî pêla koçberiyê ya duyem dibe. Kirdarişên we weke desteya kar û barên civakî li hember vê pêlê çi ne gelo?

Bekir:  Ji ber ku Efrîn wergeriye wargeheke aram bûye armacgeha tevahiya cînarên derdorê. Tê zanîn ku ji ber pevçûnên ku li rojhilata Ezazê rûdidin ji aliyekî ve û ji aliyê dî ve ji ber kiryarên qirêj û sabyar ên komên teror di dermafê sivîlên wan herêman de, tevahiyan berê xwe dan wargeha xwedî pirojeyeke demokratîk û aram, Me jî weke desteya kar û barên civakî ev kesên ku ji penagehên weke;El- Qeterî, Sico, Nûr û hwd… pêşwazî kirin û pêdiviyên wan ên sereke jî li gorî derfetên heyî û  radekirî   berpê kirin.

Efrîn wekî ku diyar e, Li rûberî bilî xwe aram û tebate, her wiha  ji çar salan ve di rewşa ambargoyê de ye,Gelo! Dê ji bo hembêzkirina van pêlên koçberiyê ta kîjan radeyê li ber xwe bid e?

Bekir:Tevî ku Efrîn Ji çar salan ve ji hêla komên sabyar ve di dorpêçkirinê de ye, Desteya bilind a penaberan, rêxistinên mafên mirovan ev kiryarên ne mirovî yên ku ji hêla van komên çete ve tên kirin,  di ber çavan re derbas nekir û tu helwest an dijkiryar diyar nekir. Ji ber heman sedeman me bi kêmderfetan û delîveyên radekirî parên devî bi van koçberan re parvekir. Zêdekî vê me ji bo van penaberan babetên sereke û pêdiviyên mîna;Kon, Av, Nanî peyda kir, di heman çaxê de me bijîşgehek ji bo nexweşan avakir û hin raweyên nexweşiyê şandin nexweşxaneyên kantonê.

Lê di van rojên dawîn de pêlên koçberiyê ber bi Efrînê ve gihaştiye raserê, heke ev pêl bê piştgiriya rêxistinên alîpirs bidomin hêdima em nikarin li hember van pêlan li ber xwe bidin.

Ji aliyê Ewlebûn û tenayê ve, Hûn bi koçberan re çawa didin û distînin?

BEKIR: Ji vî aliyî ve, em her tim bi desteya hindirîn re di hevrêziyê de ne, Desteya hindirîn koçberan ta Rûbar hev rê dikin, her wiha em her tim hewldidin ku tevahiya pirsgirêkên wan çareser bikin zêdekî wê, ew bi roj û şevan tên paspankirin.

Ji aliyê derûn û hînkariyê ve,  we çi pêşkêşî van penaberan kir?

Bekir: Di va berha dawîn de me ji bo birayên Ereb dibistanek vekir,her wiha perwerdeyek ALFAbeyê ji jinan re hat dayîn. Lê ji ber zêdebûna hejmara koçberan ew dibistan wergeriya penabergeh.

Me ji bo kêmkirina raweyên derûnî ya koçberan a ku ji ber bombe û wêrankirina malên wan zêdebûbûn,  gengeşên bilindkirina arîşen û moralan, li darxistina ahengan û belavkirina şîremenî û lîstokên zarokan  bi pêşxist.

Bang û daxwaza we ji bo rêxistinên navdewletî û aliyên berpirs çi ne?

BEKIR:

Di vê derbarê de , me pir bang û daxwazname ji rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên berpirs re bi rê kirin, lê mixabin me tu piştevanî bi destnexist,Em bi rêya malpera we careke dî bang li tevahî rêxistinên berpirsyar dikin ku, harî van koçberan bikin her wiha Kantonê ji nêz ve ji bo nêrandina rewşa van penaberan serdan bikin.

Birêz Erîfe em ji bo veqetandina demê te spas dikin

Bekir: Spas xweş

Têbînî; Ev hevpeyvîn wek xwe ji malpera kantona Efrînê hatiye wergirtin û weşandin.

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket