Rola (Lahur Cangî Talebanî) ji bo piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê...?

kurdistani 11:56 AM - 2016-03-27
Lahur Cangî û aerok mam celal û pavêl

Lahur Cangî û aerok mam celal û pavêl

Ez ji bo dîrok û mêjû dinivîs im..

Ez ji bo rastiyên heyî şirove dik im.

Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im.

Ez ji bo berjewendiyên giştî û gelê kurd dinivîs im.

Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina wî kesî ye.

Ez vê nivîsê ji bo dadgeha dîroka Kurdistanê ya nûh pêşkêş dik im. 

Ji bere ku ez yek ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê yê herî agahdarî helwest û karên wî yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de me, ez neçar im van rastiyan ji heval û dost û şopênerên rûpela xwe re û raya giştî yê Kurd û Kurdistanî re aşkire bik im.

Ez ji bo wîjdanê xwe rihet bik im vê xalên li jêrî didim xuyakirin.

Şêx Lahur Şêx Cangî Talebanî ku yek ji xwendekarê zanîngeha serok Mam Celal e, wek Mam Celal soza alîkarî ş piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê da bû, Şêx Lahur jî bi hemû hêz û tiwaneya xwe, piştîvaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha ligel piraniya sazî û dezgehên dîplomasî û siyasî û leşkerî yên navnetewî, rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana YPG-YPJ`ê anî ser ziman..

Endezyarê û destpêşxerê sazkirina peywendiya YPGê û Emerîkayê ye..

Endezyarê destpêşxerê pilansaziya parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye.

Endazyar û destpêşxerê endambûna YPG`ê bi fermî di Udaya Operasyonên hêzên Hevpeyamniya Navnetwî li dijî DAIŞê ye.

Endazyarê perwerdekirina hêzên dijî terorê ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştîvan û piştgir û alîgirê hemû kar û xebat û çalakiyên sivîl û xwepêşandanên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê dihatin kirin bû.

Şêx Lahur yek ji serkirdeyên herî dilsoz ji şoreşa Rojavayê Kurdsitanê ye, yên ku di nava hêzên Başûrê Kurdistanê de, ku xemxwerê rewşa aloz û berxwedana Kobanê bû ye.

Şêx Lahur yek ji wan kesên welatparêz û kurdperwerên ku herî zêde, girîngî bi berxwedana Kobaniyê dida û lêkolîn û lêpirsîna çawaniya şandina çek û teqemenî û pêşmerge ji bo Kobanê bişîne bû ye.

Di penalên xwe yên herî girîng de, wek ya li peymangeha stratîjîk a Rojhilata Navîn li Washingtonê ku bi awayekî pir bihêz û bê wêne piştgiriya YPG`ê û şirovekirina rastiya hêza YPG`ê û YPJ`ê li dijî terora DAIŞê aşkire kir.

Kesê ku herî zêde rewşa parastina aramiya xelkê Kobanê dişopand û bi kirdar û piraktîkî bû..

Kesê ku herî zêde, fişar li ser Udaya Operasyonên hevpeymanên navnetewî sikir tako bi lêdana terorîstên DAIŞê re cedî bin bû.

Yek ji kesayetiyên ku xwe kir metirsiya jinavbirina post û asta berpirsyartiya xwe, tenê ji bo şandina çek û teqemenî ji berxwedana Kobanê re.

Kesê ku carê yekê çek û teqemenî ji berxwedanvanên destana Kobanê ya dîrokî re şand her ew bû ye.

Kesê ku ji aliyê gelek kesan û aliyan ve ji bo piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê hat rexnekirin her ew bû ye.

Bi nêrîn û dîtina min, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û li aliyên din yên Kurdistanê, pêwîstiya xwe bi kesayetiyên wiha heye tako yekîtiya netewî bihêztir bikin .

Gelek car civînên ligel Amerîkayê di mala xwe de saz dikir tako ti kes û alî agahdarê nebin, ji ber ku di wê demê de, rewş pir aloz bû, her weha peywendiyên YPG`ê ligel hinek aliyên Herêma Kurdistanê ne dihate pejirandin.

Dibe ku hinek vê nivîsê li gor xwe binirxînin û ti nirxê jî nedinê, dibe ku hinek jî bi awayekî ne rewa binirxînin, lê ev ji bo dîrokê ye ku kesayetiyên wek wî, dibe mirov rola wî li ber çavan bigre û cih bide kar û xebat û alîkariyên wê ligel şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Silav û rêz li Serok Mam Celal û ji xwendekarê zanîngeha wî yê zîrek û jêhatî Şêx Lahur Şêx Cengî re..

Hozan Murşid Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket