Civîna Damezrêner a Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê destpê kir

kurdistani 11:24 AM - 2016-03-16
Civîna Damezrêner a Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê destpê kir

Civîna Damezrêner a Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê destpê kir

 Civîna Damezrêner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyên pêkhate rêxistinên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê destpê kir.

Bi durişmeya “Sûriyeya yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e”Civîna Damezrêner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpê kir.

Di vê civînê de nûnerên pêkhateyên herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Çeçen, Turkmen û Ermenî yên herêmên Rojava, El-Şehbaa, Minbic û Helebê amade bûne.

Nûnerên Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrîn û bajarê Girê Spî Hevserokên Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, nûnerên TEV-DEM’ê, nûnerên rêxistinên jinan ên Rojava jî di civînê de cih digrin.

GIRKE-CIVINAKONGRA-DAMEZRANDENA-REVEBRIYA-ROJAVA-U-BAKURESURIA

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham ve hat kirin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî Mensûr Selûm jî axivî.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket