Politburoya YNK`ê peyama pîrozbahiya raperîna 1991 da

kurdistani 03:18 PM - 2016-03-05
Politburoya YNK`ê peyama pîrozbahiya raperîna 1991 da

Politburoya YNK`ê peyama pîrozbahiya raperîna 1991 da

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 25`mîn salvegra raperîna Başûr pîroz kir.

Ji ber salvbegera 25`amîn ya raperîna dîrokî ya Başûrê Kurdistanê ku ji bajarê Raniyayê dest pê kiribû, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê bi riya peyamekê pîrozbahî li tevahiya xelkê kurd û Kurdistanê kir.

Di wê peyamê de, YNK`ê amja bi rola girîng ya xelkê bajarê Raniyayê yên mêrxwes û qehreman dike ku çawa dikarîn roleke mezin û dîrokî li xwe bigrin û li dijî rêjîma xwînvexwer yê Êraqê raperîneke sertanserîm bikin û rêjîmê ji Herêmê dûr bixin.

Politburoya YNK`ê di peyama xwe ya pîrozkirina 25`mîn salvegera raperîna gelê me li Başûrê Kurdistanê û bi taybet ku ji Ranyayê dest pê kiribû de, amaje bi nebûna aborî û aloziyên darayî yê ku Herêma Kurdistanê tê de ye dike ku ji ber wê jî, îsal wek caran derfet tune ku pîrozbahiyeke mezin û şikodar encam bidin, lê ew yad di dilê gel de ye û YNK`ê herdem xwedî helwest û pêşûketinên di biwarê pîrozkirin û parastina nirxên netewî de yekem bû ye û niha jî heman helwest û xwedî tekoşîne.

Di dawiyê de, vê roja pîroz li hemû gelê kurd pîroz kir û bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket