YNK`ê bersiva hinek saziyên PDK`ê da

kurdistani 04:43 PM - 2016-02-24
YNK`ê bersiva HINEK SAZIYêN NêZîKî pdk`ê DA

YNK`ê bersiva HINEK SAZIYêN NêZîKî pdk`ê DA

YNK`ê ew saziyên ku nêzîkî PDK`ê li dijî PKK-YPG-YPJ`ê weşanan dikin

Berpirs; peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku her aliyek bixwaze PKK`ê-YPG`-YPJ`ê li ber çavên Herêma Kurdistanê neşîrîn bike, ew kar ti carî xizmet bi rewwşa niha nake û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pêwîstî bi wan propagandana nine ku hindek saziyên nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê diweşînin.

Her weha berpirsê peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîra di wê bare de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku Ji niha ve, peywendiyên me ligel PKK`ê-YPG`ê-YPJ`ê pir asayî ne û hemû hewildanên wan jib o Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ne û peywendiyên karên wan bi yê Başûrê Kurdistanê ve nînin.

Sedî Pîre aşkire kir ku ew aliyên ku wiha didin xuyakirin ku peywendiyên di navbera YNK û PKK`ê de têkçûne ne rastin û dûrin li rastiyan û bi berevajayî wê yekê, peywendiyên me herdu aliyan roj bi roj baştir û kûrtirin.

Ew jî got ku me ji PKK`ê re gotiye ku nabe her kesek bi nave PKK`ê lêdwanan bide û bixwaze rewşa Herêma Kurdistanê têk bide û PKK`ê jî wek me ew nêrîn rast dîdt û pejirandin.

Her weha Sedî Pîra aşkire kir ku her aliyek bixwaze PKK`ê-YPG`-YPJ`ê li ber çavên Herêma Kurdistanê neşîrîn bike, ew kar ti carî xizmet bi rewwşa niha nake û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pêwîstî bi wan propagandana nine ku hindek saziyên nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê diweşînin.

PUKmedia-Diyar 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket