Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be


22/2/2016 16:51:00
Çapkirin
     Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be

ji ber bûyerên sala 1952 an ya li Pakistanê, dema ku rayedarên wî welatî biryara sepandina zimanê Ûrdu li seranserî pakistana wî demî day. Komek xwendikar û siyasetvanên bengalî ” Bengiladişî ” li hemberî wê biryarê rabûn û daxwaz kirin ku zimanê Bengala ji bo wan bibe zimanê fermî. Di wê serhildanê de xwîn hat rijyan û çendîn xwendikar û hevwelatî yên Bengladişî şehîd ketin.

Ji sedema wê û tekoşîna gelên xwedî ziman û mafxwarîyên Cîhanê, Saziya Zanist, Çand û Perwerde ya neteweyên yekbûyî (( UNESCO )) piştî 47 salan li ser wê bûyerê da, li roja 17 ê Çirîya Paşîn ya sala 1999 an biryar da ku 21 ê Sibatê ya her sal bibe Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê.

Mixabin! Ji egera bindestiya gelê kurd û parçebûna Kurdistanê. Zimanê zikmakî yê Kurdan jî ji fermiyet û werarê dûr û paşket. Ji ber ku Gelê Kurd zimanê zikmakîyê xwe weke zimanê duwemîn yan bi nepenî bikarîna û zimanê dagîrkeran ” Erebî, Tirkî û Farisî ” bû zimanê yekemîn girt û li xwendingehan perwerde pê bû. Herwesa  li jêr mehkumiyeta fakterên ayinî, civakî, aborî, siyasî û perwerdeyî û htd. bi giştî ew fakterên jiyara Kurdan bûne gef û metirsî li ser man û bi hêzbûna zimanê Kurdî. Lewma yek ji pêwîstiyên herî giring di xebat û tekoşîna rizgariya Kurdistanê  da xebata Ziman û zimanê zikmakî yêye. 

Giringiya makzimanî yê ji alîyên civakî, kesayetî û perwerdeyî yê da, bi hêzbûna çand, bawerî, tîtal û adetên xwezayî  û riha welatparêzî ya her neteweyekî ne. 

Em di Komîsiyona Ziman, çand û perwerde ya KNK ê roja zimanê zikmakî pîroz dikeyin. 

 KNK, yek ji Sitûnên bingehîn yên xebata xwe, Ziman û perwerde kiriye armanc. lewra giringîyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina  zimanê Kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê.

 

Zimanê Kurdî yê dewlemend bi zaraveyên xwe û herwesa bi resenatiya xwe ve, bi temamî ev ziman Kepra hebûna Neteweya Kurdan e û zaraveyên cuda ji hev jî bi sitûnên bingehîn yên wê Keprê ne,. Li ser her sazîyeka fermî  û rêveberîyên Kurdistanê, bi taybet li Başûr û Rojava erkekê Neteweyî û nîştimanî ye ku girngî yê bi hemû zaraveyan bide û giringîyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û mediyayê de bên bikarînan. Her sal jî Roja 21 ê Sibatê wek cejna makzimanên cîhanê bi bîr bînin.

Dîsan em vê rojê pîroz dikin.

Komîsiyona Ziman, Çand û perwerde

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e

21 ê Sibat 2016 

PUKmedia


 

Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve


Malbateke kurd li Kenedayê, Yanesîbekî mezin bi 8 milyonan jê re derdikeve.

Welatiyên kurd li welatê Kenedayê nîşticêhbûne Tof...


»   Ronakbîra kurd Ferîde Cindî koça dawî kir
»  Pro. Cemal Nebez koça dawî kir
 

Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd


Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka se...


»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
 

Erkên hevalên çekê


Me wek gelê Kurd li Sûriyê zilm û sitemkariya desthilata Baesê ya faşîst bi dehên salan kişand, nasnameya me ya neteweyî...


»  Nêrînên reşenbîrên Rojava ji bo destpêşxeriya KNKê di PUKmedia`yê de
»  Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd

Karîkator