Daxuyaniya KNK ji ber êrîşên dewlta Tirk li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê

kurdistani 12:32 PM - 2016-02-22
Daxuyaniya KNK ji ber êrîşên dewlta Tirk li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Daxuyaniya KNK ji ber êrîşên dewlta Tirk li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Ji Bo Reya Giştî

Em Êrîşên Dewleta Tirk yên li Ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê Şermezar Dikin!

Piştî dînamîzma civaka Kurd bi pengaveke şoreşgerî li Rojava derkete holê û wek sîstem û bingeha demokrasiya paşerojan  pêşket, dewleta Tirk, bi taşaronên weke çeteyên DAIŞê û El Nusra êrîşî Rojava kir. Piştî têkçûna çeteyan, dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê şerekî giştî li dijî Kurdên Bakur, da dest pê kirin. Îro, li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê wek firinên Hitler, “jêrzemînên wahşetê” ava kirine û di asta sucê mirovahiyê de komkujiyan dike. Di heman demê de, hêzên Artêşa Tirk, bi zihniyeta kevneperest û ideolojiya yekparêzî, li Rojava jî êrîşî Kurdan dike. Wek li Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî eniyên YPG û YPJ ê, gund û bajarên Rojava, bi tank, top û çekên giran topbaran dike.

Dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, xwedî dîrokek lewitî ya kontra û lîstikên qirêj  û bi xwîn e. Vê demêda li Enqerê teqînek mezin  pêk hat. Hîna lêkolînên derbarê teqînê de temam nebûyî, desthilatdariya AKPê,  suc avête  ser PYD û YPG ê û xwest bi derewên xwe reya giştî ya Cihanê bixapîne. Dewleta Tirk, di nava van 30 salî de,  her dem serî li lîstikan daye û xwestiye ku NATO, Yekîtîya Ewropa û Emerîka li dijî Haraketa Azadiya Kurdistanê bi kar bîne. Li Suriyê jî kete nava heman hewldanan, lêxistina balafira Rusya jî di nav de, tevahiya  kiryarên dewleta Tirk ew e ku NATO û Emerîka bikar bîne û Şoreşa Rojava têkbibe. Piştî ku taşeronên dewleta Tirk, çeteyên DAIŞê li Koban û Girêspî têk çûn, dewleta Tirk, bibez  balafirgeha Incîrlîkê ji  Emerîka re vekir û bi hemû hêza xwe êrîşê Haraketa Azadiya  Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li Bakur ne sekînî, êrîşî Rojavayê Kurdistanê jî kir. Di demeke ku lihevkirina Munihê pêk hat û agirbesta li Suriye kete rojevê, Konseya Ewlekariya  NY, Tirkiye hişyar kir. Emerîka jî vekirî ji raya giştî re deklere kir ku PYD hevkarê wan e, ewê desteka ji bo YPGê bidomînin. Piştî teqîna li Enqerê,  dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, behane kirin û êrîşên li dijî Rojava dijwar kirin. Di  qada navneteweyî de jî ketin nava hewldanên mezin.

Em weke KNKe pêşî raya giştî ya Kurdistan,  gelên li Tirkiyê û raya giştî ya Cîhanê hişyar dikin ku, desthilatdariya AKPê bi pêşengiya Serokkomar Tayyip Erdogan da, ji bo hemî herêmê bûye tehlîkeke mezin. Ji bo îktîdara xwe dikarin her tiştî bikin. Bi êrîşên li ser Rojava provaqasyonan dikin û dixwazin şereke mezin li herêmê derxin. Eger pêşiya wan neyê girtin, wê li serê tevahiya gelên herêmê bibin bela.

Bi vê munasebetê, em carek din êrîşên dewleta Tirk bi tundî şemezar dikin. Her weha bang li gelê Kurdistanê û reya giştî ya Cihanê dikin ku piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk rawestin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket