Daxuyaniya Seroka Efrînê derbarê destdirêjiyên Tirkiyê de

kurdistani 05:51 PM - 2016-02-19
Seroka Kantonan Efrînê Hêvî Mistefa

Seroka Kantonan Efrînê Hêvî Mistefa

Destdirêjiya Erdoxan di çarçoveya topebar kirina jiyariyên Efrînê de derbaskirina zagonên navdewletî y e, û wilo domand :

Pêşîn, Bi navê serokatiya hevbeş a encûmena pêkanînê,em ji bo

giyan û rewanên pakrewanên me yên jiyar dilovanî û piyariyê dixwazin, her wiha em bi hêvî ne ku, di zûtirîn çaxê de, birîndarên me di noşiyeke guncan de bimînin û rabin ser pêyan.

Em weke encûmen, bi tundî êrîşkariya rêjîma Akp,ê ya li ser kantona Efrînê şermezar dikin. Tê zanîn ku, ji çend rojan ve tirkiyê gundikên kantonê tope baran dike, di encama topebarankirnê de gelek jiyarî ji zarok, jin, navsal jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê bingehê, Em weke rêveberiyeke xweser li kantona Efrînê tirkyayê haydar dikin ku, em dê bê dijkiryar û bersiv wilo nemînin, hîdnanê em neçarin ku, berevaniya gelê xwe bikin û di heman demê de jî, bersiva êrîşên ne mirovahî bidin.

Destwerdana (hikomet)a Erdoxan di kar û barên sûriyê de, destdirêjiyeke kirêt e, gelê sûriyê dişê bi tena sere xwe alozî û pirsgirêkên xwe ya hindirîn çareser bik e.

Xuyay e ku, serçûn û destkeftiyên hêzên sûriyê ya demokratîk bi kêrî Erdoxan nehatiy e, ev jî dinimîn e ku, Erdoxan naxwaz e ku, pirsgirêk ber bi çareseriyê ve biç e.

Tê zanîn ku, hêzên sûriyê ya dmokratîk di nav saz û manên xwe de ji tevhiya pêkhateyên mîna: Kurd- Siryan û Aşoriyan û hwd pêk tê, Ev hemû pêkhate dizanin çawa ku bi hev û du re bigihêjin raweyekê ku, tê de, tevahiya arîşeya navxweyî were çareser kirin, Lê êrîşkariya dewleta tirk a hovane tê wateya derbaskirina zagon û hevpeymanên navdewletiyê. Ji ber heman sedemê , Em bang li hemû saziyên mirovnasî û civaka navdewletiyê dikin ku, rê li hember kiryarên Erdoxan ên nemirovatî di derbarê destavêjiya demdemî ya li ser sînorên me bigir e û mijarê radestî encûmena ewlekriyê bik e.

PUKmedia-Xweseriya - Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket