Kerry: Dibe ku destêwerdana bejahî li Sûriyê pêk were

kurdistani 01:11 PM - 2016-02-13
Kerry: Dibe ku destêwerdana bejahî li Sûriyê pêk were

Kerry: Dibe ku destêwerdana bejahî li Sûriyê pêk were

 Wezîrê Karê Derve yê Emerîka John Kerry diyar kir ku eger hikumeta Sûriyeyê agirbestê pêk neyîne, dê civaka navnetewî bê deng namîne.

Kerry roja înê di hevpeyîvînekebi Kenaleke nêzî Muxalefetê re, hişyarî da hikûmeta Sûriyeyê û got ku eger artêşa Sûriyeyê, agirbestê pêk neyne, dibe ku hêzeke leşkerî bê avakirin û bi rengekî bejahî mudaxeleya Sûriyê, bê kirin.

Kerry got eger Esed li gor şertan tevnegere, an jî Rusiya û Îran pêkanîna wê li wî ferz nekirin, civaka navnetewî tenê weke temaşevan û bêdeng namîne.

Serokomarê Emerîka Barack Obama beriya niha, ragihandibû ku ihtîmala ketina hêzeke Emerîkî ya bejahî ji Sûriyê re, nîne. Lê Erebîstana Seûdî û Îmarata erebî jî îlan kirin ku ew amede ne bi awayekî bejahî derbasî Sûriya bibin.

Her wiha di civîna Munix a koma alîkariya bi Sûriyê re, daxuyaniyek dan û  tê de destnîşan kirin ku divê agirbest li Sûriya pêk were, rewşa mirovahî çareser bibe, pêvajoyeke siyasî destpê bike û di nava 18 mehan de hilbijartin pêk werin.

Di heman mijarê de Ajansa AFP gotinên serokê rêjîma Sûriyê Beşar El- Esed ên derbarê şerê li sûriyeyê de, weşandin. Esed gotiye ku dema ku hevdîtinên wan bi muxalefetê re pêk tên de, ew şerê li  hember terorê bidomînin û destnîşan kiriye ku ew ihtîmala mudaxeleya bejahî ya Erebîstana Seûdî û Tirkiyê ji bo Sûriyê heye.

Di hin dîmenên hevdîtina bi Esed re ku li ser malpera AFP de hatine belavkirin, Edes diyar dike ku ew ê tevahiya Sûriyê vegerîne bi hukmê xwe, lê ev tişt dibe ku piştî demeke dirêj pêk were.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket