Helwesta Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bo Cizîra Botan

kurdistani 07:07 PM - 2016-02-08
Helwesta Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bo Cizîra Botan

Helwesta Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bo Cizîra Botan

Daxuyaniya Hevrêziya giştî ya rêveberiya xweser a demoqratîk Rojava-Sûrya ya derbarê rewşa dawî li Cizîra Botan û komkujiyên ku bi ser zarok û jin û pîran de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên kiirn.

Naveroka daxuyaniyê;

Îro li çavên cîhanê û bi bêdengiyek mezin partiya dad ûgeşepêdanê komkujiyên kirêtli dijî mirovahiyê pêk tîne.Ev yek tundî û dijminahiya li dij mirovatiyê nîşan dike . Ev kiryarên hovane li dijî gelê kurd li Cezîra Botan pêkanîn, li hember kesên bê guneh. Ji zarok û jinan. Em li ser navê hevrêziya giştî ya rêveberia xweseriya demoqratîk ji hemî hêzên cîhanê û rêxistinên navnetewî dixwazin ku fişarê li hikûmeta dad û geşepêdanê bike da ku komkujiyan li dijî mirovahiyê rawestîne.Her wiha em ji gelê Kurd li perçê Kurdistanê dixwazin û kurdên diyaspora ku destekê bidin berxwedana Bakur û xwepêşandana li himber balyozxaneyên dewleta Tirk bikin di heman demê de em palpiştiya gelê xwe li bakur dikin bi hemû derfetên xwe heta mafê xwe yê çarenûsî pêkbîne.

Dîrok; 8-2-2016

Hevrêziya giştî ya rêveberiya xweser a demoqratîk Rojava-Sûrya

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket