Sûriyê bi fermî mirina dayîka serokê xwe ragihand

kurdistani 01:52 PM - 2016-02-07
Sûriyê bi fermî mirina dayîka serokê xwe ragihand

Sûriyê bi fermî mirina dayîka serokê xwe ragihand

Rêjîma Sûriyê bi awayekî fermî mirina dayîka serokê xwe ragihand.

Hikûmeta Sûriyê duhî bi awayekî fermî mirina dayîka serokê xwe Beşar Esed ya bi navê Enîse Mexluf ji raya giştî re bi riya mersûmeke serokkomartiyê ragihand.

Enîse Mexluf ku jidayîkbûna sala 1930 ye jina serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed bavê Beşar bû ye û di sala 1957`an de, hevjîntiya Hafiz kiriye û di hemû pêngav û karên Hefiz Esed de beşdar bû ye.

Enîse Mexluf dayîka 4 zaroka ye, Keça xwe ya herî mezin Buşra û lawê xwe yê mezin Basil ku bi buyera otombîlê mir û lawê xwe yê niha serokkomarê Sûriyê ye Beşar û lawê xwe ya biçûk yê mirî Macid e. 

Duhî li Sûriyê, bi awayekî fermî serokkamrtiya wî welatî, mirina Enîse Mexluf dayîka serokê xwe ji raya giştî re da ragihandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket