Hewlêr... Çalakiyên Cînema Navdewletî dest pê kir.
kurdistani 11:05 AM - 2016-02-02Hewlêr... Çalakiyên Cînema Navdewletî dest pê kir.
Ba amadebûna Ednan Muftî endamê mekteba siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ji Mehmûd Hac Salih wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkiriyan di hikumeta Herêma Kurdistanê û Fewzî Etroşî wekîlê wezareta rewşênbîrî di hikumeta yekbûyî û berpirsên malbendên Yekîtiya Niştiman û şaxê Partiya Demokratîka Kurdistanê li Hewlêrê herwiha hejmarek mezin ji welatiyan, bi helkeftia saleroja karîseta yekê Şûbatê, çalakiyên dîdara sînema ya navdewlatiya dijî terorê li Hewlêrê birêveçû.
Rêxistnerên çalakiyan ragihandin: ji ber ku sînema zimanê lihevtêgiheştin û lihevnêzîk kirinê ye di navbera gelan de, armanca wan dengê dijbe terorê di cîhanê de belav bikin.
Mehmûd Hac Salih wezîrê karûbarê şehîdan û enfal kiriyan gotarek pêşkêş kir û got: huner yek ji rêbazên aktîve li dijî terorê di cîhanê de û bal kişand li ser herdu bûyerên yekê Şûbatê ku li malbendên Ykîtî Niştiman û Partiya Demokrat hatibûn encam dan û êrîşa terorî ya ku li ser gundê Xeylî Heme li navçeya şarezûr hat pêk anîn û di encamê de hejmarek kadirên Yekîtiya Niştiman şehîdbûn, tekez jî kir ku teror ol û netew nasnake armanca wê mirovahî bi giştî ye, herwiha daxwaza piştgiriya pirojeya çaksaziya hikumeta Herêma Kurdistanê kir di ku kirîz bi dawî bibe.
Ji aliyê xwe ve Fewzî Etroşî wekîlê wezareta rewşênbîrî di hikumeta yekbûyî de silavên Friyad Rewandzî wezîrê rewşenbîrî arastî amadebûyan kir û pişgiriya wezareta xwe ji wê dîdarê ragihand û got: em bi 4 filiman beşdar dibin, û geşepêdana sînema Kurdî û beşdarbûna wê di fastîvalên navdewletî de bi girîng da zanîn, hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Hêwa Sûad rêvebera navenda Sînema di wezareta rewşenbîriya hikumeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir li ser rola hunerê di giheştina dengê gelan û got ku rola hunerê ji ya çekan di çeperên şer de ne kêmtire, hêvî jî xwest ku ev dîdar karibe dengê aştiya gelê Kurd di cîhanê de belav bike.
Piştî van gotinan filêmê yekem di bin navê ( Zilamek bê Nayî ) ji berhemêner Star Hemed Emîn û berhema kenala Gelî Kurdistan hat pêşkêş kirin ku ew filim di derbarê karîseta yekî Şûbatê ye.
Tê zanîn ku dîdar de 3 rojan berdewam bike û 25 film derbarê kiryar û tawanên teroran dê bê pêşkêş kirin.
Fûad Osman
Wer: Vîviyan Fetah
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23