Rewşa dawî ya Bakûrê Kurdistanê.

kurdistani 12:23 PM - 2016-02-01
Rewşa dawî ya Bakûrê Kurdistanê.

Rewşa dawî ya Bakûrê Kurdistanê.

Li parka kolana Yildirim Beyazit a li Okmeydani ya Stenbolê 4 otompêl, bi benzînê duh bi şev hatin şewitandin.

Tevî ku agir hat vemirandin lê ew otompêl nema tên bikaranîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku li dijî êrîşên hêzên dewletê, berxwedana gel di roja 50'emîn de berdewame li kolana Reyhan a taxa Cûdiyê termên 5 kesan hatin dîtin. Ji bo cenaze bên wergirtin ambulans hatin şandin.

Ji aliyekî din ve li dijî hêzên dewleta Tirk yên êrîşî navçeya Sûr a Amedê dikin berxwedana YPS’ê didome.

Di pevçûna îro de gelek leşker û polîs hatin kuştin. Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku tenê 2 leşker mirine û 2 polîs jî bi giranî birîndar bûne.

Li dijî terora dewletê ya li navçeya Sûr a Amedê berxwedana YPS’ê didome. Hêzên dewleta Tirk ji aliyê hêzên YPS’ê tên belavkirin. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, di pevçûna vê sibehê de gelek leşker û polîs hatin kuştin. Rayedarên dewletê Tirk jî îdîa dike ku 2 leşker mirine û 2 polîs jî bi giranî birîndar in.

 5 kesên ku hê jî nasnameyên wan nehatiye diyarkirin, tê gotin ku di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket